bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Luke 3
Luke 3
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 4 →
1
Panzdeh salîya pʼadşatîya Tîberyoyê Qeyserda, Pîlatoyê Pontîyo welîyê Cihûstanê bû, Hêrodes serwêrê Celîlê bû, Fîlîpoyê birê wî serwêrê qeza Îtûryayê û Traxonîdayê bû û Lûsanyas serwêrê Avêlînyayê bû,
2
Henan û Qeyafa jî serekkʼahîn bûn. Hingê xebera Xwedê berʼîyêda Yûhʼennayê kurʼê Zekerîyarʼa hat
3
û Yûhʼenna hate hʼemû dor-berêd çʼemê Ûrdunê dannasîn dikir, ku cimeʼt ji gunekirinê vegerʼe û bi avê bê nixumandinê, wekî Xwedê wan bibaxşîne.
4
Çawa kʼitêba Îşaya pʼêxemberda nivîsar e ku dibêje: «Dengê berʼîyêda dike gazî: ‹Rʼîya Xudan hazir bikin û şiverʼîyêd Wî rʼast bikin.
5
Hʼemû gelî bira tʼijî bin, çʼîya-banî nimiz bin, rʼîyêd xaro-maro rʼast bin û çʼeʼl-çʼûl dûz bin.
6
Û her kesê azayîya Xwedê bibîne›».
7
Gelek dihatine cem Yûhʼenna, ku ji wî bêne nixumandinê. Ewî wanrʼa digot: «Çʼêjikêd meʼra! Kʼê werʼa got, ku hûn ji xezeba tê birʼevin?
8
De bi kirêd qenc bidine kʼifşê, ku hûn ji gunekirinê vegerʼîyane. Û rʼanebin nebêjin: ‹Birahîm bavê me ye›. Ez werʼa dibêjim, ku Xwedê ji van kevira jî dikare zarʼa Birahîmrʼa derxe.
9
Va ye bivir li ser rʼawê darê ye. Her dara ku berê qenc neyne, wê bê birʼînê û avîtinê nava êgir».
10
Eʼlaletê ji wî pirsî û got: «Lê em çi bikin?»
11
Ewî li wan vegerʼand û got: «Du dest kʼincê kʼê hene, bira yekî bide wî, yê kʼê ku tʼune û xurekê kʼê heye, bira dîsa usa bike».
12
Xercgir jî hatin ku bêne nixumandinê û wîrʼa gotin: «Dersdar, em çi bikin?»
13
Ewî wanrʼa got: «Çiqas ji we tê xwestinê ji wî zêdetir nestînin».
14
Eskera jî ji wî pirsî: «Lê em çi bikin?» Ewî wanrʼa got: «Kesekî neşêlînin, bêbextîyê li xelqê nekin û bi heqê xwe rʼazî bin».
15
Hʼemû hîvîyê bûn û bona Yûhʼenna dilê xweda digotin: «Gelo ev e Mesîh?»
16
Yûhʼenna li hʼemûya vegerʼand û got: «Ez we bi avê dinixumînim, lê Yekî ji min qewattir wê bê. Ez ne hêja me benê çarixêd Wî jî vekim. Ewê we pê Rʼuhʼê Pîroz û êgir binixumîne.
17
Melhʼeba Wî destê Wîda ye. Ewê bêdera Xwe paqij ke, genim bike eʼmbara Xwe, lê kayê wê bi agirê ku natemire bişewitîne».
18
Awa Yûhʼenna bi gelek tiştêd din jî xelq şîret dikir û Mizgînî dida.
19
Lê gava Yûhʼenna li Hêrodesê serwêr jî hilat bona Hêrodîya jina birê wî û hʼemû xirabîyêd ku wî dikirin,
20
hingê Hêrodes ser van kirinada ev neheqî jî kir, ku Yûhʼenna avîte kelê.
21
Gava hʼemû cimeʼt dihate nixumandinê, Îsa jî hate nixumandinê. Wê demê ku dua dikir, eʼzman vebû
22
û Rʼuhʼê Pîroz bi bedenî mîna kevotkekê ser Wî danî û dengek ji eʼzmên hat û got: «Tu kurʼê Minî delal î, ku Ez ji Te rʼazî me».
23
Îsa nêzîkî sî salî bû, gava Ewî dest bi kʼarê Xwe kir û wan tʼirê Ew kurʼê Ûsiv bû, Ûsivê Elî,
24
Elîyê Metat, Metatê Lêwî, Lêwîyê Melkʼê, Melkʼêyê Yannay, Yannayê Ûsiv,
25
Ûsivê Metîtîya, Metîtîyayê Amos, Amosê Nehûm, Nehûmê Heslî, Heslîyê Necay,
26
Necayê Mehat, Mehatê Metîtîya, Metîtîyayê Şêmeyîn, Şêmeyînê Yûsêx, Yûsêxê Yoda,
27
Yodayê Yûhenan, Yûhenanê Rʼêşa, Rʼêşayê Zerûbabel, Zerûbabelê Şaltîyêl, Şaltîyêlê Nerî,
28
Nerîyê Melkʼê, Melkʼêyê Êdî, Êdîyê Qosam, Qosamê Êlmedam, Êlmedamê Er,
29
Erê Yêşû, Yêşûyê Êlîyazêr, Êlîyazêrê Yorîm, Yorîmê Metat, Metatê Lêwî,
30
Lêwîyê Şimhʼûn, Şimhʼûnê Cihûda, Cihûdayê Ûsiv, Ûsivê Yonam, Yonamê Êlyaqîm,
31
Êlyaqîmê Melyo, Melyoyê Mena, Menayê Metîtîya, Metîtîyayê Natʼan, Natʼanê Dawid,
32
Dawidê Yêşa, Yêşayê Ovêd, Ovêdê Bowaz, Bowazê Selmon, Selmonê Nehşon,
33
Nehşonê Amînadav, Amînadavê Admîn, Admînê Aram, Aramê Hesrûn, Hesrûnê Pêrês, Pêrêsê Cihûda,
34
Cihûdayê Aqûb, Aqûbê Îshaq, Îshaqê Birahîm, Birahîmê Têrah, Têrahê Nehor,
35
Nehorê Serûx, Serûxê Rʼêwo, Rʼêwoyê Pêlêg, Pêlêgê Eber, Eberê Şelah,
36
Şelahê Qênan, Qênanê Arpexşad, Arpexşadê Sam, Samê Nuh, Nuhê Lamex,
37
Lamexê Metûşela, Metûşelayê Henox, Henoxê Yarêd, Yarêdê Mahalalêl, Mahalalêlê Qênan,
38
Qênanê Enoş, Enoşê Sêtʼ, Sêtʼê Adem û Ademê Xwedê.
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 4 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24