bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Luke 21
Luke 21
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 20
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 22 →
1
Îsa dîna Xwe dayê û dît ku dewletîya hʼedîyêd xwe davîtine pʼeredanga pʼaristgehê.
2
Ewî belengazeke jinebî jî dît ku du pol avîte wir
3
û Îsa got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, ku evê jinebîya belengaz ji van hʼemûya zeʼftir avîtê.
4
Çimkî wan hʼemûya ji bermayîyêd xwe avîtine nava hʼedîya, lê evê vê belengazîya xweda hʼemû tiştê ku wê pê eʼbûrê xwe bikira avîtê».
5
Û çaxê hineka bona pʼaristgehê digotin, ku bi kevirê bedew û pʼêşkʼêşa hatîye xemilandinê, Ewî got:
6
«Van hʼemû tiştêd ku hûn dibînin, rʼojê bên kevirê li ser kevir nemîne, hʼemûyê jî wêran bin!»
7
Û ji Wî pirsîn gotinê: «Dersdar, ev tişt wê kʼengê biqewimin? Û çi nîşanê bibe, gava ev yek biqewimin?»
8
Ewî got: «Haş ji xwe hebin, ku hûn neyêne xapandinê, çimkî gelek wê pê navê Min bên û bêjin: ‹Ez im Mesîh› û: ‹Ew wext nêzîk e›, pey wan neçin.
9
Gava hûn bona şerʼ û deʼwa bibihên, netirsin, çimkî gerekê pêşîyê ev tişt biqewimin, lê axirîya dinê ne hingê ye».
10
Hingê wanrʼa got: «Miletê rʼabe li ser milet, pʼadşatî li ser pʼadşatîya,
11
cî-cîya eʼrdhʼejêd mezin, xelayî-celayê û mîna nexweşîya hʼal wê bibin, li eʼzmên jî tiştêd xof û tirs û nîşanêd mezin wê biqewimin.
12
Lê berî van hʼemû tişta, wê dest bavêjine we, we bizêrînin, bibine ber dîwana kʼinîşta û bikine kela. Bona navê Min wê we bibine ber pʼadşa û welîya.
13
Evê werʼa bibe meʼnî, ku hûn bona Min şeʼdetîyê bidin.
14
Û awa vê yekê bikine bîra xwe, ku pêşda xem nekin hûnê çi caba xwe bidin.
15
Çimkî Ezê zar-ziman û serwaxtîyê bidime we, ku dijminêd weyê nikaribin li ber we xeber din yan bisekinin.
16
Dê û bavêd we, bira-pismam û dostêd we wê we bidine girtinê û ji we hineka jî wê bikujin.
17
Bona navê Min hûnê ber çʼeʼvê hʼemûya rʼeş bin.
18
Lê tʼu mûkê ji serê we kêm nebe.
19
Bi sebira xwe hûnê rʼuhʼê xwe xilaz kin.
20
Lê gava hûn bibînin ku ordîya dora Orşelîmê girtîye, hingê bizanibin ku wêranbûna wê nêzîk e.
21
Hingê ewêd ku Cihûstanêda ne, bira birʼevine çʼîya û ewêd ku Orşelîmêda ne, bira derên, ewêd kʼewşênda ne, bira nekʼevine bajêr.
22
Çimkî ew rʼoj, rʼojêd hʼeyfhildanê ne, wekî her çi ku hatîye nivîsarê bê sêrî.
23
Lê wey li hʼemla û destdergûşa wan rʼojada, çimkî tengasîke mezin wê bê serê dinê û xezeb evê cimeʼtêrʼa.
24
Ewê bi devê şûr bikʼevin û nav hʼemû miletada hêsîr bêne birinê. Orşelîmê jî ber pʼîyêd miletêd pʼûtpʼarist herʼe, hʼeta ku wextê wan mileta xilaz be.
25
Û ser rʼoyê, hîvê û steyrka nîşanê bibin. Li ser dinê jî miletê ji dest dengê xuşînîya pêlêd beʼrê bibizdin û xwe unda kin.
26
Dilê meriva jî ji tirsa wê bisekine, bona ew tiştêd ku wê bêne serê tʼemamîya dinê, çimkî tʼopêd eʼzmana wê ji rʼîyêd xwe derên.
27
Û hingê wê bibînin ku ‹Kurʼê Mêriv eʼwrava bi qewat û rʼûmeta mezin tê›.
28
Gava ev tişt destpêbibin, hûn rʼabin serê xwe bilind kin, çimkî azabûna we îdî nêzîk e».
29
Û meselek wanrʼa got: «Hûn dîna xwe bidine dara hêjîrê û hʼemû dara.
30
Gava dibişkivin, hûn bi wê yekê zanin ku havîn nêzîk e.
31
Usa jî gava hûn bibînin ku ev yek diqewimin, bizanibin ku Pʼadşatîya Xwedê nêzîk e.
32
Ez rʼast werʼa dibêjim, ku eva nisila derbaz nabe, hʼeta ku ev hʼemû tişt neqewimin.
33
Eʼrd û eʼzmanê derbaz bin, lê gotinêd Min tʼu car derbaz nabin.
34
Miqatî xwe bin, nebe ku dilê we pʼirʼxurîyê, serxweşîyê û xemêd vê dinyayêva girêdayî be, nişkêva ew Rʼoj ser weda bê.
35
Çimkî ew rʼojê mîna tʼelê bê serê hʼemû merivêd li ser dinê.
36
Hʼişyar bimînin û her gav dua bikin, wekî hûn bikaribin ji wan hʼemû tiştêd ku wê biqewimin birʼevin-xilaz bin û li ber Kurʼê Mêriv rʼûspî bisekinin».
37
Îsa rʼojê pʼaristgehêda hîn dikir, lê şevê diçû serê wî çʼîyayî dima, ku jêrʼa digotin çʼîyayê Zeytʼûnê.
38
Û tʼemamîya cimeʼtê sibehê zû diçû pʼaristgehê cem Wî, ku xeberêd Wî bibihên.
← Chapter 20
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 22 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24