bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Luke 6
Luke 6
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 5
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 7 →
1
Rʼojeke şemîyê Îsa nava zevîyarʼa derbaz dibû, şagirtêd Wî simbilêd genim diçinîn, destêd xweda difirikandin û dixwarin.
2
Lê ji fêrisîya hineka got: «Çima hûn tiştê necayîzî rʼoja şemîyê dikin?»
3
Îsa li wan vegerʼand û got: «We nexwendîye ku Dawid çi kir, gava ew û yêd pêrʼa birʼçî bûn?
4
Ne ew kʼete Xana Xwedê û nanê Xwedêrʼa dayî hilda, hin xwexa xwar, hin jî da yêd tʼevî xwe, wekî tʼu kesîrʼa ne cayîz bû bixwara, pêştirî kʼahîna?»
5
Û vegerʼîya wanrʼa got: «Kurʼê Mêriv Xudanê şemîyê ye jî».
6
Û rʼoja şemîke din Îsa çû kʼinîştê, ku hîn bike. Merivek li wir hebû, ku destê wîyî rʼastê kʼişîyabû.
7
Çʼeʼvê qanûnzan û fêrisîya li ser Wî bûn, gelo wê rʼoja şemîyê nexweşa qenc ke yan na, wekî meʼnîke wan hebe, ku xeyba Wî bikin.
8
Lê fikirêd wan Îsava eʼyan bûn û wî merivê destkʼişîyayîrʼa got: «Rʼabe vê govekê bisekine». Ew jî rʼabû sekinî.
9
Hingê Îsa wanrʼa got: «Ezê pirsekê ji we bikim. Rʼoja şemîyê çi cayîz e bikin: Qencî yan xirabî, rʼuhʼekî xilaz kin yan unda kin?»
10
Û Îsa li hʼemûyêd dora Xwe nihêrʼî, wî merivîrʼa got: «Destê xwe dirêj ke». Ewî jî usa kir û destê wî dîsa qenc bû.
11
Hingê wana ji hêrsa xwe dixwar, nav hevda dişêwirîn, ku çi bînine serê Îsa.
12
Wan rʼojada Îsa çû serê çʼîyê, ku dua bike û tʼemamîya şevê ber Xwedê bi dua derbaz kir.
13
Çaxê sibeh zelal bû, Ewî gazî şagirtêd Xwe kirin û donzdeh meriv ji nav wan bijartin, ku navêd wan jî «şandî» danî:
14
Şimhʼûnê ku navê wî danî Petrûs û birê wî Endrawis, Aqûb û Yûhʼenna, Fîlîpo û Bertolomeyo,
15
Metta û Tʼûma, Aqûbê Halfawo û Şimhʼûnê ku welatpʼarist dihate gotinê.
16
Cihûdayê Aqûb û Cihûdayê Îsxeryotî, ku nemamîya Wî kir.
17
Ew bi tʼevî wan berjêr bû hat, rʼastekê sekinî. Li wê derê kʼomeke şagirtaye mezin û cimeʼteke giran ji tʼemamîya Cihûstanê, Orşelîmê û ji devê beʼra Sûrê û Saydê civîyayî bûn.
18
Ewana hatibûn, wekî guhdarîya Wî bikin û ji nexweşîyêd xwe qenc bin. Û yêd ji rʼuhʼêd hʼeram cefa dikʼişandin jî qenc dibûn.
19
Û tʼemamîya eʼlaletê jî diceʼdand, wekî destê xwe bidana Wî, çimkî qewat ji Wî derdikʼet û her kes ji wan qenc dibû.
20
Îsa berê Xwe da şagirtêd Xwe û got: «Xwezî li we feqîra, çimkî Pʼadşatîya Xwedê ya we ye.
21
Xwezî li we, ku hûn niha birʼçî ne, çimkî hûnê tʼêr bin. Xwezî li we, ku hûn niha digirîn, çimkî hûnê bikʼenin.
22
Xwezî li we, gava hûn bona Kurʼê Mêriv ber çʼeʼvê merîya rʼeş bin, gava we qebûl nekin, we bêhurmet kin û navê xirab ser we derxin.
23
Wê rʼojê eşq bin û ji şabûna bira nigêd we eʼrd negire, çimkî va heqê we li eʼzmên gelek e, çimkî kal-bavêd wan jî serê pʼêxembera usa dikirin.
24
Lê wey li we dewletîya, çimkî hûn gihîştine meremê xwe.
25
Wey li we, ku hûn niha tʼêr in, çimkî hûnê birʼçî bin. Wey li we, ku hûn niha dikʼenin, çimkî hûnê bigirîn û şînê bikin.
26
Wey li we, ku hʼemû meriv bona we qenc xeber didin, çimkî kal-bavêd wan jî pʼêxemberêd derewrʼa usa dikirin.
27
Lê Ez werʼa, yêd ku dibihên dibêjim, dijminêd xwe hʼiz bikin, xêrnexwazêd xwerʼa qencîyê bikin.
28
Nifirʼkirêd xwe bimbarek kin û bona yêd xirabîyê we dikin, dua bikin.
29
Heger yek rʼûyê te xe, yê din jî bide ber û yê ku pʼotê te ji te bistîne, kirasê xwe jî jêrʼa bihêle.
30
Bide wî, kʼî ji te dixwaze û kʼî ji te distîne paşda nexwaze.
31
Û çawa hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanrʼa bikin.
32
Heger hûn wan hʼiz bikin, kʼîjan ku we hʼiz dikin, çi feyde? Ne gunekʼar jî wan hʼiz dikin, kʼîjan ku wan hʼiz dikin?
33
Û heger hûn qencîkirêd xwerʼa qencîyê bikin, çi feyde? Ne gunekʼar jî usa dikin?
34
Û heger hûn deyn didine yêd usa, ji kʼîjana gumana we heye paşda bistînin, çi feyde? Ne gunekʼar jî deyn didine gunekʼara, ku dîsa haqasî paşda bistînin?
35
Lê hûn dijminêd xwe hʼiz bikin, qencîyê bikin, deyn bidin û hîvîya vegerʼandinê nemînin. Heqê weyê gelek be û hûnê bibine zarʼêd Yê Herî Jorin. Çimkî Ew bona bêşêkira jî, nerʼasta jî qenc e.
36
Dilrʼeʼm bin, çawa Bavê we dilrʼeʼm e.
37
Loma nekin û lomeyê li we nebin, neheqîyê nekin, neheqî wê li we nebe, bibaxşînin werʼa wê bê baxşandinê.
38
Bidin, werʼa wê bê dayînê, bi pîvaneke tʼijî hʼejandî, dewisandî, serî qûçʼ wê bikine pʼêşa we. Çimkî bi çi çapê hûn bipîvin, bi wê jî werʼa wê bê pîvanê».
39
Ewî meselek jî wanrʼa got: «Gelo kor dikare rʼêberîyê kora bike? Ne her duyê jî bikʼevine çʼeʼlê?
40
Şagirt ji dersdarê xwe ne mestir e, lê ewê ku xwendina xwe rʼind pêk tîne, dikare mîna dersdarê xwe be.
41
Tu çima qirşikê çʼeʼvê birê xweda dibînî, lê kʼêranê çʼeʼvê xweda nabînî?
42
Yan jî çawa tu dikarî bêjî birê xwe: ‹Bira, bihêle ku ez qirşik ji çʼeʼvê te derxim›, lê tu kʼêranê çʼeʼvê xweda nabînî? Durʼû! Pêşîyê kʼêranê çʼeʼvê xwe derxe. Paşê tê qenc bibînî ku çawa qirşik ji çʼeʼvê birê xwe derxî.
43
Dara qenc berê xirab nade, ne jî dara xirab berê qenc.
44
Her dar ji berê xwe tê naskirinê, kesek ji stirîya hêjîra naçine û ne jî ji dirʼîyê tirîya.
45
Merivê qenc, ji xizna dilê xweyî qenc, qencîyê dertîne, lê merivê xirab, ji xizna dilê xweyî xirab xirabîyê dertîne. Çimkî dilê wî çiva tʼijî ye zar jî ewê dibêje.
46
Hûn çima Minrʼa ‹Xudan! Xudan!› dibêjin û wan tiştêd ku Ez werʼa dibêjim nakin?
47
Her kesê ku tê cem Min gotinêd Min dibihê û diqedîne, Ez werʼa bêjim mîna kʼê ye.
48
Ew mîna merivekî ye, yê ku malê çêdike, eʼrdê dikʼole kʼûr dike, hʼîmê wê li ser kêvir datîne. Û gava lêyî rʼadibe, çʼem li wê malê dixe, ew nahʼeje, çimkî rʼind hatibû çêkirinê.
49
Lê ewê xeberêd Min dibihê û naqedîne, mîna merivekî ye, yê ku ser xwelîyê bê hʼîm malê xwerʼa çêdike. Gava çʼem lê dixe, destxweda hildişê, wêran dibe, li ber mîratʼê diçe».
← Chapter 5
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 7 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24