bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 John 1
1 John 1
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 2 →
1
Di derheqê Gotina jiyanê de, ya ku di destpêkê de hebû, ya ku me bihîstiye, bi çavên xwe dîtiye, temaşe kiriye û ya ku me destê xwe tê daye, em wê didin bihîstin.
2
–Û jiyan xuya bû û me wî dît û em şahdeyiyê dikin û em jiyana bêdawî ya ku bi Bav re bû û xwe xuyayî me daye, wê ji we re têdighînin–;
3
belê, tiştê ku me dîtine û bihîstine ji we re jî îlan dikin; da ku, paydariya we jî tevî me hebe; paydariya me jî tevî Bav û tevî Lawê wî Îsa Mesîh e.
4
Û bona ku kêfxweşiya we temam bibe, em van tiştana ji we re dinivîsînin.
5
Mizgîna ku me ji wî bihîst û niha têdighînin we ev e: Xwedê ronahî ye û di wî de qet tarî tune.
6
Ger em; paydariya me tevî wî heye bibêjin û di tariyê de bimeşin, em derew dibêjin û rastiyê nakin;
7
lê belê mîna ku ew di ronahiyê de ye, ger em jî di ronahiyê de bimeşin, bi hev û din re paydariya me hebe û xwîna Lawê wî Îsa Mesîh, me ji her gunehî ve paqij dike.
8
Ger em bibêjin ku gunehên me tune, em xwe dixapînin û di nav me de rastî nabe.
9
Lê belê ger em gunehên xwe mukir bên, bona ku gunehên me ji me re efû bike û me ji her xerabiyê ve paqij bike, ew dilsoz û dadmend e.
10
Ger em bibêjin ku me guneh nekiriye, em wî dikin derewçîn û di me de gotina wî nabe.
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 2 →
All chapters:
1
2
3
4
5
Recommended Reading
Commentary
1 John Commentaries
→
Devotional
1 John Devotional Guide
→
Get This Bible
PNU Study Bible
→