bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 John 3
1 John 3
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 4 →
1
Binêrin, bona ku em bi gotina; zarokên Xwedê bêne bang kirin, Bav çi cûreyê hezkirin da me û em ûsa ne! Ji ber vê sedemê dinê me nas nake, ji ber ku wê wî nas nekir.
2
Ya xoşewîstno, em niha zarokên Xwedê ne û ji me re hîn nehate nîşandan ku em ê çawa bibin. Ger ew xuya bibe, em dizanin ku em ê bibin mîna wî; ji ber ku ew çawa be, em ê wî ûsa bibînin.
3
Û her kesê ku hêvî bi wî girê daye, mîna ku ew pak e, ew jî xwe ûsa pak dike.
4
Her yê ku guneh dike, êrîşî zagonê dike û guneh, êrîşkirina zagonê ye.
5
Û hûn dizanin ku ew bona rakirina gunehan xuya bûye û di wî de guneh tune ye.
6
Her kesê ku di wî de disekine, gunehê nake; her yê ku gunehê dike, wî nedîtiye û wî nas nekiriye.
7
Ya zarokno, bila kes we çewt neke! Çawa ku ew salih e, yê ku rastiyê dike jî salih e.
8
Yê ku guneh dike, ji Îblîs e; ji ber ku Îblîs ji destpêkê ve gunehan dike. Ji ber vê yekê Lawê Xwedê hate xuya kirin ku, karên Îblîs xera bike.
9
Her yê ku ji Xwedê ve bûye, gunehê nake; ji ber ku tova wî di wî de dimîne û ew nikare gunehê bike, ji ber ku ew ji Xwedê ve bûye.
10
Zarokên Xwedê û zarokên Îblîs di vêya de tên kifş kirin; her kesê ku rastiyê nake û ji birayê xwe hez nake, ne ji Xwedê ye.
11
Ji ber, temiya ku we di destpêkê de bihîstine ev e: Em ji hev û din hez bikin!
12
Ne mîna Kayînê ku ji yê xerab ve bû û birayê xwe kuşt. Û çima wî ew kuşt? Ji ber ku karên wî xerab, lê belê yên birayê wî salih bûn.
13
Ya birano, ger dinya ji we bikerihe, xwe şaş mekin!
14
Em dizanin ku em ji mirinê ve derbasî jiyanê bûne; ji ber ku em ji birayan hez dikin. Yê ku hez nake, di mirinê de dimîne.
15
Her kesê ku ji birayê xwe ve dikerihe, qesas e û hûn dizanin ku di tu qesasekî de jiyana bêdawî, ya ku di xwe de disekine nîne.
16
Em bi vêya, bi hezkirinê ve dizanin, ji ber ku wî di oxra me de canê xwe da; hewce ye ku em jî di oxra birayên xwe de canên xwe bidin.
17
Lê belê, her di kî de malê dinê hebe û birayê xwe di motajiyê de bibîne û li dijî wî şewqata xwe bigire, ma di wî de hezkirina Xwedê dê çawa bimîne?
18
Ya zarokên min, em ne bi gotin û ziman, lê bi kar û rastiyê hez bikin!
19
Em ê bi vêya bizanibin ku em ji rastiyê ne û li ber wî dilê xwe aş bikin;
20
ji ber ku ger dilê me, me mehkûm bike, Xwedê ji dilên me hîn jî mezintir e û her tiştî dizane.
21
Ya xoşewîstno, ger dilê me, me mehkûm meke, di hizura Xwedê de dilawêriya me dibe
22
û em her çi bixwazin, em dê ji wî bistînin; ji ber ku em bi emirên wî ve digirin û tiştên ku wî xoşnûd dikin, çê dikin.
23
Û emirê wî ev e: Mîna ku wî emir daye me, em bi navê Lawê wî Îsa Mesîh baweriyê bînin û ji hev û din hez bikin.
24
Û yê ku emirên wî digire di wî de û ew jî di wî de dimîne. Û em bi vêya, ji Ruhê ku wî daye me, dizanin ku ew di me de dimîne.
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 4 →
All chapters:
1
2
3
4
5