bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 John 2
1 John 2
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 3 →
1
Ya zarokên min, bona ku hûn gunehan mekin, ez van tiştana ji we re dinivîsînim! Û ger gava ku, kesek gunehan bike, di hizura Bav de mehdervanek me, Îsa Mesîhê dadmend heye.
2
Û ew bi xwe ji bo gunehên me û ne tenê ji bo gunehên me, lê belê ji bo hemûya dinê kefaret e.
3
Û ger em bi emirên wî bigirin, em bi vêya bizanin ku, em wî nas dikin.
4
Yê ku dibêje ez wî nas dikim û bi emirên wî nagire, ew derewçîn e û di wî de rastî nîne;
5
lê belê yê ku bi gotina wî bigire, hezkirina Xwedê di wî de bi rastî rayedar bûye. Em bi vêya fêhm dikin ku, em di wî de ne.
6
Yên ku dibêje, ez di wî de disekinim, ew çawa meşiya be, divê ku ew jî ûsa bimeşe.
7
Ya xoşewîstno, ez ji we re ne emrekî nû, lê belê emrê ku ji destpêkê ve bona we ye dinivîsînim; emirê kevn, gotina ku we bihîstine ye.
8
Ez dîsa jî emrekî nû ji we re dinivîsînim; ew tişt di wî de û di we de rasteqînî ye; ji ber ku tarî derbas dibe û ronahiya rasteqîn ji niha ve şewle dide.
9
Yê ku dibêje ez di ronahiyê de me û ji birayê xwe dikeribe, ew heta niha di tariyê de ye.
10
Yê ku ji birayê xwe hez dike, di ronahiyê de dimîne û di wî de sedema tilpekîbûnê tune.
11
Lê belê yê ku ji birayê xwe dikerihe, di tariyê de ye û di tariyê de dimeşe û nizane ku diçe ku derê; ji ber ku tariyê çavên wî kor kirine.
12
Ya zarokno, ez ji we re dinivîsînim; ji ber ku di oxra navê wî de gunehên we ji we re hatin bexşandin.
13
Ya bavikno, ez ji we re dinivîsînim; ji ber ku hûn yê di destpêkê de heye nas dikin. Ya xortno, ez ji we re dinivîsînim; ji ber ku we yê xerab, mexlûb kirin. Ya zarokno, ez ji we re dinivîsînim; ji ber ku hûn Bav nas dikin.
14
Ya bavikno, min ji we re nivîsand; ji ber ku hûn yê di destpêkê de heye nas dikin. Ya xortno, min ji we re nivîsand; ji ber ku hûn bihêz in û gotina Xwedê di nav we de dimîne û we yê xerab, mexlûb kirin.
15
Ji dinê û ji tiştê ku di dinê de ne, hez mekin! Ger kesek ji dinê hez bike, di wî de hezkirina Bav nîne.
16
Ji ber ku hemû tiştên di dinê de ne, şehweta bedenê, şehweta çavan û jîna madî ya ku xururê dide, ne ji Bav, lê belê ji dinê ye.
17
Û dinya û şehweta wê derbas dibin, lê belê yê ku xwestina Xwedê tîne cîh, heta bêdawiyê dimîne.
18
Ya zarokno, ev saeta dawîn e! Û mîna ku we bihîstine, dijberê Mesîh tê; niha jî zehf dijberê Mesîh peyda bûne; ji ber vêya em dizanin ku, ev saeta dawîn e.
19
Ew ji nav me derketin, lê belê ne ji me bûn; ji ber ku ger ew ji me bûna, dê li cem me bimana. Lê belê veqetandina wan nîşan da ku, ew hemû ne ji me bûn.
20
Û yê we, ji aliyê yê pîroz ve mesha we heye û hûn bi her tiştî dizanin.
21
Ne bona ku hûn bi rastiyê nizanin, lê belê ji ber ku hûn bi wê dizanin û dizanin ku her derew ne ji rastiyê ye, min ji we re nivîsand.
22
Ma yê ku Mesîhiya Îsa înkar dike ne derewçîn be, kî derewçîn e? Yê ku Bav û Law înkar dike, dijberê Mesîh e.
23
Di her kesê ku Law înkar dike de, Bav jî nîne; di kesê ku Law mukir dike de, Bav jî heye.
24
Yê ku we ji destpêkê ve bihîstiye, bila di nav we de bimîne! Ger yê ku we ji destpêkê ve bihîstiye di naw we de bimîne, hûn ê jî di Law û di Bav de bimînin.
25
Û wada ku wî ji me re wad kiriye ev e, jiyana bêdawîn e.
26
Min van tiştan di derheqê yên ku dixwazin we ji rê ve derxînin de, ji we re nivîsandin.
27
Û ger em bên we, ew mesha ku we ji wî stendine, dê di we de bimîne û hewcedariya we nîne ku kesek ji we re bide hîn kirinê; lê belê mesha wî di derheqê her tiştî de çawa bi we dide hîn kirin û rasteqîn e û ne derew e û çawa hînî we kiribe, hûn ê di wê de bimînin.
28
Û niha, ya zarokno, bona ku, ger ew xuya bibe, bila dilawêriya me hebe û di xuyabûna wî de em ji ber wî ne şermin, di wî de bisekinin.
29
Ger hûn bizanibin ku ew rast e, hûn ê bizanibin ku her kesê dadiyê dike jî ji wî bûyîne.
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 3 →
All chapters:
1
2
3
4
5