bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 John 5
1 John 5
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
1
Her kesê ku bawer dike, Îsa Mesîh e, ji Xwedê ve bûyiye û her kesê ku ji yê welidandiye hez dike, ji yê ku ji wî bûyiye jî hez dike.
2
Ger em ji Xwedê hez bikin û emirên wî bînin cîh, bi vî awayî em dizanin ku, em ji zarokên Xwedê hez dikin.
3
Ji ber, hezkirina Xwedê ew e ku, em bi emirên wî bigirin û emirên wî ne giran in.
4
Ji ber, her kesê ku ji Xwedê ve bûyiye, dinê mexlûb dike û serfiraziya ku dinê mexlûb kiriye ev e; yanê, baweriya me ye.
5
Ma xeynî yê ku bawer dike ku, Îsa Lawê Xwedê ye, kî dikare dinê mexlûb bike?
6
Yê ku bi navgîniya avê û xwînê ve hatiye Îsa Mesîh e; ew ne tenê bi avê, lê bi avê û bi xwînê ve hatiye. Û yê ku şahdeyiyê dike Ruh e; ji ber ku Ruh rasteqînî ye.
7
Ji ber ku, yên li ezman şahdeyiyê dikin sisê ne: Bavo, kelam û Ruhê Pîroz û ev her sisiyan yek in
8
û yên ku li ser erdê şahdeyiyê dikin sisê ne: Ruh, av û xwîn û ev her sisiyan yek in.
9
Ger me şahdeyiya mirovan qebûl kiribin; şahdeyiya Xwedê hîn jî mezin e; ji ber, şahdeyiya ku Xwedê di derheqê Lawê xwe de kiriye ev e.
10
Yê ku bawerî bi Lawê Xwedê bîne, di wî de şahdeyiya wî heye; yê ku baweriyê bi Xwedê ve nîne, wî ew kiriye derewçîn; ji ber ku ew bi şahdeyiya ku Xwedê di derheqê Lawê xwe de kiriye, bawer nebûye.
11
Û şahdetî ev e ku: Xwedê, jiyana abadîn daye me û ev jiyan di Lawê wî de ye.
12
Di kî de Law hebe, di wî de jiyan heye; di kî de Lawê Xwedê tune be, di wî de jiyan nîne.
13
Bona hûn bizanibin ku jiyana we ya abadîn heye, ji we re, ji yên ku bi navê Lawê Xwedê ve bawerî anîne re, van tiştan nivîsandim û bi vî awayî hûn (ji niha pê ve jî) bi navê Lawê Xwedê bawer bikin.
14
Li ber wî ewlebûna me ev e ku; ger li gor xwestina wî, em çi bixwazin, ew dê me bibihîze.
15
Û ger em bizanibin ku ew di xwestina me yî her tiştî de me dibihîze, em ê bizanibin ku xwestekên em ji wî dixwazin, em distînin.
16
Ger kesek dibîne ku, birayê wî gunehê nabe mirinê dike, dê bixwaze û ew dê jiyanê bide yên ku gunehê nabe mirinê kirine. Gunehê ku dibe mirinê heye; ez nabêjim ku bila di derheqê vî de rica bike.
17
Her neheqî guneh e; lê belê gunehê ku nabe mirinê heye.
18
Em dizanin, her kesê ku ji Xwedê ve bûyiye gunehê nake; lê belê yê ku ji Xwedê ve bûyiye, bi xwe digire û yê xerab nikare dest bi wî de.
19
Em pê dizanin ku, em ji Xwedê ne û hemûya dinê di yê xerab de ye.
20
Lê belê em dizanin ku, Lawê Xwedê hatiye û bona em yê rasteqîn nas bikin, fêhmkariyê daye me û em di yê rasteqîn de, yanê, di Lawê wî de, di Îsa Mesîh de ne. Xwedayê rasteqîn û jiyana abadîn ev e.
21
Ya zarokno, xwe ji seneman ve biparêzin! Amîn.
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
All chapters:
1
2
3
4
5