bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 John 4
1 John 4
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 5 →
1
Ya xoşewîstno, bi her ruhî ve bawer nebin; lê belê bona ku hûn fêhm bikin, ka ew ji Xwedê ne, wan biceribînin! Ji ber ku gellek peyxamberên sexte belavî dinê bûne.
2
Hûn ê bi vî awayî Ruhê Xwedê nas bikin: Her ruhê ku qebûl dike, Îsa Mesîh di bedenê de hatiye, ew ji Xwedê ye.
3
Û her ruhê ku Îsa qebûl nake, ne ji Xwedê ye û ruhê dijberê Mesîh ev e; we hatina wî bihîstin û bi rastî ew ji niha ve di dinê de ye.
4
Ya zarokno, hûn ji Xwedê ne û we wan mexlûb kirin; ji ber ku yê di we de ye, ji yê li dinê ye hîn jî mezintir e.
5
Ew ji dinê ne; ji bo vê yekê ji dinê ve dibêjin û dinya guh dide wan.
6
Em ji Xwedê ne, yê ku Xwedê nas dike, dê me guhdarî bike; yê ku ne ji Xwedê ne, guh nadin me. Em ruhê rasteqîniyê û ruhê rêşaşiyê bi vêya dizanin!
7
Ya xoşewîstno, em ji hev û din hez bikin! Ji ber ku hezkirin ji Xwedê ye û her kesê ku hez dike ji Xwedê ve bûyiye û bi Xwedê dizane.
8
Kesê ku hez nake, bi Xwedê ve nizane; ji ber ku Xwedê hezkirin e.
9
Hezkirina Xwedê bi vêya ji me re hate nişan dayîn, bona ku em bi navgîniya wî bijîn, Xwedê Lawê xwe yê tekane şand dinê.
10
Hezkirin di vê de ye, ne ku me ji Xwedê ve hez kirin, lê wî ji me hezkir û Lawê xwe ji bo kefareta gunehên me şand.
11
Ya xoşewîstno, ger Xwedê bi vî awayî ji me hez kiriye, em jî deyndar in ku ji hev û din hez bikin.
12
Qet kesî Xwedê tu carî nedîtiye; ger em ji hev û din hez bikin, Xwedê di me de dimîne û hezkirina wî di me de rayedar dibe.
13
Bi Ruhê xwe yî ku daye me, em fêhm dikin ku em di wî de û ew jî di me de dimîne.
14
Û me dîtin û em şahdeyiyê dikin ku; Bav, Lawê xwe ji bo Xelaskeriya dinê şand.
15
Her kî mukir bête ku Îsa Lawê Xwedê ye, Xwedê di wî de û ew jî di Xwedê de dimîne.
16
Û em hezkirina Xwedê, ya bona me ye dizanin û em bi wî bawer bûn. Xwedê hezkirin e û yê ku di hezkirinê de bimîne, di Xwedê de dimîne û Xwedê di wî de dimîne.
17
Bona ku di roja daraziyê de dilawêriya me hebe, hezkirin bi me, di vêya de, digihêje kamiliyê; ji ber ku ew çawa be, em jî li vê dinê ûsa ne.
18
Di hezkirinê de tirs tune, lê hezkirina rayedar tirsê davêje derve; ji ber ku di tirsê de lêdan heye û kesê ku ditirse, di hezkirinê de nehatiye rayedar kirin.
19
Em ji wî hez dikin, ji ber ku wî pêşiyê ji me hez kir.
20
Ger kesek bibêje: Ez ji Xwedê hez dikim û ji birayê xwe bikeribe, ew derewçîn e; ji ber, ew kesê ku ji birayê xwe yê ku dibîne hez nake, çawa dikare Xwedayê ku wî nedîtiye, hez bike?
21
Û me vî emrî ji wî stendine, ku dibêje: Kî ji Xwedê hez dike, bila ji birayê xwe jî hez bike.
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 5 →
All chapters:
1
2
3
4
5