bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 Peter 1
1 Peter 1
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 2 →
1
Ji Pêtrûsê şagirtê Îsa Mesîh, li gor pêşîzanîna Bav Xwedê,
2
ji yê xerîbên ku bi pîrozkirina Ruh, bona îtaetkirinê û bona reşandina xwîna Îsa Mesîh hatine bijartin û li Pontûsê, Galatyayê, Kapadokyayê, Asya û Bîtînyayê belav bûne re: Bila xêr û xweşî ji we re zêde bibe!
3
Bila ji Bav û Xwedayê Xudanê me Îsa Mesîh re pesnahî be ku, wî li gor xêra xwe yî mezin, bi ji mirinê vejandina Îsa Mesîh, me gîhand hêviyekî zindî, narize û bêgemar û naçilmise
4
û me, ji mêrasekî ku bona me di ezmanan de veşartiye re, dîsa welidandin;
5
lê hûn jî, bona xelasiyek di dema dawî de bi hêza Xwedê dê bête kişf kirin amade ye, têne parastin.
6
Bo vê sedemê, niha ger hewce bike ku hûn di nava demekî kurt de, di nava tewr bi tewr ceribandinan de êş û keseran bikişînin jî, hûn bi dilxweşiyê ve bicoş dibin;
7
da ku, di kişif kirina Îsa Mesîh de, bila ceribandina baweriya we, ya ji zêrê çawa ku fanî ye, bi agir ve tête safî kirin hîn jî bi qîmettir e, ji we re bibe pesnahî, bilindahî û şeref.
8
Çawa ku we wî nedîtine lê dîsa jî hûn jê hez dikin; niha bi nedîtinê, lê belê bi wî bawerî anînê;
9
bi gîhaştina we ya dawiya baweriya xwe, xelasiya canên xwe, hûn bi kêfxweşiyek mezin ku nayê gotinê gellekî dilşa dibin.
10
Peyxamberên qala xêra ku dê ji we re bê bexşandin kirine, di derheqê vê xelasiyê de, nêrîn û lêkolînên bi balkêşî kirin.
11
Dema Ruhê Mesîh yê di wan de ye, ji berê ve, ji keserên Mesîh re û ji bilindahiyên li pey wan e re, şahdeyiyê kir, li ser; ka çi dem e an jî, kîjan demê nîşan dike, lêkolînê kirin.
12
Ji wan re hate kişf kirin ku, tiştên, niha bi hêza Ruhê Pîrozê ji ezmanan ve hatiye şandin, ji aliyê kesên Mizgîniyê waz dikin ve, ji we re hatin têgîhandin; ne ji xwe re, lê belê ji we re xizmetê dikin; milyaket jî dixwazin li van tiştan binihêrin.
13
Bo vê sedemê hişê xwe bona lêkeran amade bikin, hişyar bibin; hêviya xwe, bitumî bi xêra ku dê bi xuyaniya Îsa Mesîh ve ji we re bê dayîn ve girê bidin!
14
Hûn mîna zarokên îtaetê, li pey azweriyên xwe yî dema nezaniyê ya derbas bûyî neçin;
15
lê çawa yê ku bangî we kiriye pîroz e, hûn jî di hemû tevgerên xwe de pîroz bin!
16
Ji ber ku hatiye nivîsandin: Pîroz bin, ji ber ku ez pîroz im!
17
Û ger hûn, yê ku tu cihêtiyê ji şexsan re nake û her yekê li gor karên wan darazî dike, bi navê Bavo bang dikin bin, wextê xwe yî xerîbiyê bi tirsê ve derbas bikin.
18
Û hûn dizanin ku, hûn ji jiyana xwe yî vala ya ji bapîrên we ve mayî, ne bi tiştên fanî, ne bi zêr, an jî zîv ve hatine kirrîn,
19
lê belê bi fidya biqîmet, bi xwîna Mesîh ya wekî xwîna berxikekî bêqisûr û bêleke ve.
20
Ew berî ava kirina dinê hatibû bijartin, lê belê di dawiya deman de, bona qenciya we hate eşkere kirin.
21
Hûn ku, yên bi navgîniya wî, baweriyê bi Xwedayê ku wî ji mirinê ve vejandiye û bilind kiriye dikin; wusa ku, bila baweriya we û hêviya we di Xwedê de be.
22
Li pey rastiyê çûnê, we xwe safî kirin û bona birayan bûn xwediyê hezkirinekî ji dil; li gor vêya bi dil û can ji hev û din hez bikin;
23
ji ber ku hûn, ji tovekî ne bi mirin, lê belê ji tovekî bê mirin, yanê bi navgîniya gotina Xwedê ya zindî û mayînî ye, ji nû ve welidîn.
24
Ji ber ku: Hemû afir mîna gîha ne û hemû bilindahiya wê mîna çîçeka gîhayê ye; gîha hişk dibe û çîçeka wê dikeve.
25
Lê belê gotina Xudan abadîn disekine. Û gotina ku ji we re hatiye mizgînî kirin ev e.
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 2 →
All chapters:
1
2
3
4
5