bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 Peter 2
1 Peter 2
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 3 →
1
Niha her xerabiyê û her hîle û durûtiyê, çavnebariyan û hemû îftirayan ji ser xwe bavêjin
2
û ger we qenciya Xudan tahm kiribin, mîna pitikên nû bûyî ne,
3
bêriya şîrê ruhanî, yê bêhîle bikin, da ku, hûn bona xelasiyê bi wê ve mezin bibin.
4
Hûn nêzîkî wî, kevirê ku ji aliyê mirovan ve hatiye red kirin, lê belê li cem Xwedê bijartî û bi rûmet û zindî ye bûn;
5
hûn jî bona bi navgîniya Îsa Mesîh, qûrbanên ruhanî yên ji Xwedê re meqbûl in pêşkêş bikin bona bibin kahîntiya pîroz, wekî xaniyek ruhanî bin mîna kevirên zindî têne ava kirin.
6
Ji ber ku di Nivîsa Pîroz de tê gotin: A vay, ez kevirekî datînim Siyonê, kevirekî quncikê yê bijartî û qîmetdar. Û yê baweriyê bi wî bîne, dê tu carî nayê şermezar kirin.
7
Bona we, yên baweriyê kirine, ev kevira qîmetdar e; lê belê bona bêbaweran: Kevirê ku çêkeran red kirin, a vay, bû kevirê serê quncikê û
8
kevirê tilpekî û latê xij bûnê. Ew xij dibin, ji ber ku ji kelamê re îtaet nakin û bona vêya hatine bijartin.
9
Lê belê bona ku hûn, xavêna, yê ku we ji tariyê, bangî nûra xwe yî şaşkir kiriye, bang bikin, hûn nîjadek hatiye bijartin, kahînên Qiral, neteweyek pîroz, netawa rasteqîn in;
10
demekê hûn ne gel bûn, lê belê niha hûn gelê Xwedê ne û demekê hûn negîhaştibûn dilovaniyê, lê belê hûn niha gîhaştin dilovaniyê.
11
Ya xoşewîstno, ez li ber we digerim, ji azweriyên bedenî yên li dijî canê ve şer dikin; wekî xerîb û mêvanan birevin;
12
di nav bêbaweran de jiyanek qenc bidomînin; ûsa ku, mîna we xerabiyê kirine, îftira bavên we jî, bila bi dîtina karên we yî qenc, Xwedê, di roja ku nêzîkî wan dibe de bilind bikin.
13
Bona navê Xudan, bengî her sazûmana ku di nava mirovan de rayedar hatiye danîn, ji qiralên di ser her tiştî de ne
14
û ji waliyên ku bona hewcedarî bibîne yên xerabiyê kirine bi ceza bike û yên qenciyê kirine bi xelat bike, ji aliyê qiral ve hatiye şandin re, bin.
15
Ji ber ku xwesteka Xwedê ew e; hûn bi qencîkirina xwe, nezaniya bêaqilan, bêdeng bihêlin;
16
mîna mirovên azad bijîn; lê belê azadiya xwe jî bona xerabî kirinê mekin mahne; lê wekî qûlên Xwedê bijîn.
17
Hurmetê ji hemû mirovan re bikin. Ji biratiyê hez bikin. Ji Xwedê ve bitirsin, hurmetê ji qiral re bikin!
18
Ya xizmetkarno, tenê ne ji efendiyên xwe yî qenc û xûnerm re, lê belê ji yên eks re jî bi birêziyek bêkêmasî îtaet bikin!
19
Ji ber ku ger kesek, dema bi neheqiyê êşê bikişîne û li berya Xwedê ji ber ûcdanê baldirêjiyê ji keseran re bike, ev hêja ye.
20
Ji ber ku dema hûn bi gunehkirinê kulmikan bixwin, hûn sebir bikin, ma çi rûmeta wê heye? Lê belê ger hûn bi qencîkirinê keseran bikişînin û sebir bikin, li cem Xwedê ev meqbûl e.
21
Ji ber ku bona vêya ji we re hate bang kirin; lewre Mesîh jî, bona hûn di şopa wî de biçin, ji bo we keser kişand û ji we re bû mînak.
22
Wî guneh nekir, ji devê wî gotinek bi hîle derneket;
23
dema xeberan ji wî re dan, wî bi xeberdanê ve bersivê neda; dema keseran dikişand, tu kes tehdît nekir; lê belê doza xwe ji yê ku bi dadî daraz dike re hişt.
24
Bona em li hemberî gunehan mirîbin, di oxra rastiyê de bijîn, wî bi xwe gunehên me di xaçê de li ser bedena xwe bar kir; we bi birînên wî şîfa dîtin.
25
Ji ber ku hûn mîna pezên ji rê çewt bûne bûn, lê belê niha hûn vegeriyan Şivan û Çavnêriyên canên xwe.
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 3 →
All chapters:
1
2
3
4
5