bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 Peter 3
1 Peter 3
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 4 →
1
Ya pîrekno, mîna vêya, hûn jî bengî zilamên xwe bin; da ku, ger hinekên, ji kelamê re îtaet nekin jî,
2
bila di tirsê de jiyana we yî paqij bibînin û bi jiyana pîrekên xwe, bê gotin bêne qezenc kirin.
3
Bila xemla we mîna porên mûnandî, xemilandina zêran û kincên xweşik ji dervîn nebe;
4
lê bila hebûna we yî hundirîn ya veşartî, bi xweşikya ruhekî aram û naçilmise bibe xemla we; vêya li ber Xwedê zehf qîmetdar e.
5
Ji ber ku pîrekên pîroz yên berê, hêviya xwe bi Xwedê ve girêdabûn jî, bengî zilamên xwe dibûn û bi vî awayî xwe dixemilandin;
6
çawa ku Sara ji Birahîm re digot: Efendiyê min û guh dida gotina wî. Ger hûn qenciyê bikin û bi tu tirsê nekevin, hûn ê jî bibin zarokê wê.
7
Ya zilamno, mîna vê yekê, hûn jî di nava famkariyê de, bi hevjînên xwe yên hê jî lawaztir in re bijîn. Ji ber ku ew jî hemmêraskerên jiyana ku Xwedê bi xêra xwe daye ne, hurmetê nîşanî wan bidin. Wisa ku, bila ji duayên we re astengî nebe.
8
Bi kurtî, hûn hemû hemfikir, hemderd, ji bira hezkir, bi şewqet, dilnizm bin!
9
Bi xerabiyê, bersiva xerabiyê, an jî bi heqeretê, bersiva heqeretê nedin, lê belê li dijî vêya duaya xêrê bikin; ji ber ku bona hûn bibin mêraskerê bereketê, hûn bona vêya hatin bang kirin.
10
Ji ber ku: Yên ku ji jiyanê hez dikin û dixwazin rojên qenc bibînin, bila zimanê xwe ji xerabiyê û lêvên xwe jî ji gotinê bi hîle ve dûr bigirin.
11
Û bila xwe ji xerabiyê biparêze û qenciyê bike; li dilxweşiyê bigere û li pey wê baz de!
12
Ji ber ku çavên Xudan, li ser kesên salih in û guhên wî, li bergerînên wan dibihîzin; lê belê rûyê Xudan, li dijî xerabî kiran ve disekine!
13
Ger hûn di qencî kirinê de bi xîret bin, dê kî xerabiyê bi we ve bike?
14
Lê belê ger hûn di oxra rastiyê de keseran bikişînin jî, çi dilxweşî ji we re! Ji yên ku ew ji wan ditirsin metirsin û bi teşqelê mekevin;
15
lê belê Mesîh bi Xudan bûnê ve, di dilên xwe de pîroz bikin; bila ûcdanê qenc di we de hebe û di derheqê hêviya ku di we de heye de, ji her yê ku ji we sedemê bipirse, her tim bi xûnermî û bi hurmetê ve bona bersivdayînê amade bin;
16
da ku, kesên jiyana we yî qenc ya di Mesîh de dişermînin, bila di tiştê ku we şermezar kirine de bêne şermezar kirin.
17
Ji ber ku ger xwestina Xwedê ev be; qencî kirin û keser kişandin, ji xerabî kirin û keser kişandinê ve hîn jî çêtir e.
18
Ji ber ku, Mesîh jî bona me bighîne Xwedê bi kesê rast bûna xwe, di oxra kesên ne rast de, bi qurban bûna gunehan ve carekê mir; ji aliyê bedenê ve hatiye kuştin, lê belê di ruh de hatiye vejandinê;
19
ew di ruh de çû û ji ruhên di zîndanê de ne re jî waz da;
20
vana demekê, wexta keştiya Nûh dihat ava kirin, dema Xwedê li benda sebrê bû, bêîtaet bûbûn; di wê keştiyê de kêm meriv, yanê, heyşt can, bi avê ve xelas bûn;
21
ew jî, yanê, vaftîzê ne avêtina gemariya bedenê, lê belê xwesteka ûcdanê paqij, ya berî daye Xwedê ye; li gor mînakbûna rasteqîn bi vejîna Îsa Mesîh ve, niha me xelas dike.
22
Ew bi xwe derketiye ezman, wekî milyaket û rayedarî û qudretan bengî wî hatine kirin, li aliyê rastê Xwedê ye.
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 4 →
All chapters:
1
2
3
4
5