bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 Peter 5
1 Peter 5
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
1
Niha ji kalepîrên ku di nava we de ne, ez jî mîna wan kalepîr û şahdeyê keserên ku Mesîh kişandine û bi pardarbûna xwe yî bilindahiya ku dê bête kişif kirin ve rica dikim:
2
Keriyê Xwedê, yê ku li cem we ye, ne bi mecbûriyetê, lê belê bi xwestekê, ne bo qezenca neheqî,
3
lê belê bi xwestekê, ne mîna ku hûn miseletî yên ji we re hatine emanet kirin bibin, lê belê wekî ji keriyê re bibin mînak, bajon!
4
Û dema ku Serşivan xuyanî bibe, hûn ê taca bilindahiyê ya ku naçilmise bistînin.
5
Hûn jî ya ciwanîno, bengî kalepîran bin û hûn hemû li hemberî hev û din bi dilnizmiyê ve bixemilin! Ji ber ku: Xwedê li dijî qureyan e, lê belê xêrê ji dilnizman re dike.
6
Niha, bona ku di demekî li cîh de we bilind bike, xwe li bin destê Xwedayê bi qudret ve nizm bikin!
7
Hemû xemên xwe bavêjin ser wî; ji ber ku ew ê alîkariyê bi we re bike.
8
Heşar û şiyar bin! Ji ber ku neyarê we Îblîs, bona daqurtîne li yekî digere û mîna şêrekî dugirmije;
9
bi zanîna li her derê dinê birayên we jî eynî êşê dikişînin, di baweriyê de pêdandî li dijî wî bisekinin.
10
Û yê ku di Mesîh de bona bilindahiya xwe yî abadîn bangî we kiriye, Xwedayê hemû xêran, paşî demekê ku hûn keseran bikişînin, dê we rayedar bike, zexm bike, xwurt bike!
11
Bila rûmet û qudret, heta bi abadîna abadînan ji wî re be! Amîn.
12
Min bi navgîniya Sîlvanos yê ku ez wî birayekî dilsoz dihesibînim, bi kurtî ji we re nivîsand; min we teşwîq kir û bi gotina; xêra Xwedê ya rasteqîn ev e; şahdeyiyê kirim, di wê de bisekinin.
13
Yên ku li Babîlê tevî we hatine bijartin û kurê min Marqos silavan ji we re dikin. Ji hev û din re bi ramûsana hezkirinê ve silav bikin!
14
Bila ji we re, ji hemûyên ku di Mesîh de ne re xweşî bibe! Amîn.
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
All chapters:
1
2
3
4
5