bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 Peter 4
1 Peter 4
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 5 →
1
Niha ji ber Mesîh, di bedenê de êşan kişandiye, hûn jî bi vî fikrî ve xwe biçek bikin; ji ber ku yê di bedenê de êşan kişandiye, dev ji gunehan berdaye;
2
da ku, hûn wexta we yî di bedenê de paş ve mayî êdî ne li gor azweriyên mirovan, lê belê li gor xwestina Xwedê bijîn.
3
Ji ber ku êdî bes e, kirinên we yî kesên bêbaweran û rojên we yî di derbasbûnê de, we di nava sefahat, şehwet, serxweşî û kêfxweşiyên bi harî de, civakên araqê û jiyana di nava pûtperestiya erjeng de xerc kirine!
4
Yên bêbawer, ji ber ku hûn xwe bi wan re navêjin eynî sefaheta bi harî, ecêb dibînin û niha xeberan ji we re didin;
5
dê ew ê hisabê bidin yê ku ji bo daraz kirina kesên zindî û mirî amade ye.
6
Ji ber ku Mizgînî ji miriyan re jî hate têgîhandin; ûsa ku, ew jî bila di bedenê de li gor mirovan bên daraz kirin, lê belê di ruh de li gor Xwedê bijîn.
7
Lê belê dawiya her tiştî nêzîk e. Bona vê yekê, bi rastdîtin bin û bona dua kirinê ve hişyar bin.
8
Bila berî her tiştî, hezkirina we yî bi hev û din re, ji dil û can be; ji ber ku hezkirin, gellek gunehan dinixumîne.
9
Bê gotegot li hemberî hev, ji hev û din re mêvanperwer bin!
10
Her yekî we, kîjan xelata ruhanî girtibe, wê xelatê bi keyatiya xêra Xwedê ya pirr alî, bona xizmet kirina ji hev û din re bişuxulînin.
11
Ger yek diaxife, bila mîna gotinên Xwedê têdighîne biaxife; ger yek xizmetê dike, bila bi hêza ku Xwedê dide ve xizmetê bike; da ku, bila bi navgîniya Îsa Mesîh ve, Xwedê di her tiştî de bê bilind kirin. Bilindî û qudret heta bêdawiyan ya wî ye! Amîn.
12
Ya xoşewîstno, ceribandina bi agir ya di nav we de, ya ku bona azmûn kirina we ye, wekî tiştekî ecêb ji we re dibe, biyan nehesibînin;
13
lê belê qasî ku hûn dibin şirîkê êşên Mesîh kêfxweş bibin, da ku, dema rewnaqiya wî xuya bibe, hûn bi kêfxweşiyê ve bicoş bibin.
14
Xwezî li we ku, ger hûn ji ber navê Mesîh tadê bibînin! Ji ber ku Ruhê Xwedê yê bilind li ser we disekine.
15
Lê belê bila tu kes ji we, bi kesekî qesas, an diz, an xerabî kir, an jî yekî destê xwe dixe karên kesên din bûnê ve êşan nekişînin.
16
Lê belê ger ew bi Mesîhîbûna xwe ve keseran bikişîne, bila neşerme; lê bila bi vî navê Xwedê bilind bike!
17
Ji ber ku, dema destpêka daraz kirina ji mala Xwedê ve ye û ger pêşiyê ji me dest pê bike, dê dawiya kesên ku ji Mizgîniya Xwedê re îtaet nakin, çi bibe?
18
Û: Ger kesekî rast, bi zoriyê xelas bibe, dê kesê bêxwedê û gunehkar xwe li ku derê bibîne?
19
Ji bo vêya, kesên ku li gor xwestina Xwedê êşê dikişînin, bila bi qencî kirinê ve canê xwe emanetî Afirkirê dilsoz e, bikin.
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 5 →
All chapters:
1
2
3
4
5