bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 Thessalonians 1
1 Thessalonians 1
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 2 →
1
Pawlos û Sîlvanos û Tîmotêyos, ji Dêra Selanîkiyan, ya ku di Bavo Xwedê de û di Xudan Îsa Mesîh de ye re: Bila xêr û xweşî ji we re be!
2
Em di duayên xwe de we di bîr de tînin û her tim, bona we hemûyan şikiryê ji Xwedê re dikin. Em, çalakiya we yî dexla baweriyê,
3
keda we yî xwe spartiye hezkirinê û berxwedaniya we yî ji hêviya ku we bi Xudanê me Îsa Mesîh ve girê dayîne, li ber Bavê xwe Xwedê her tim bi bîr tînin.
4
Birayên minî Xwedê ji wan hez dike, em dizanin ku wî we bijartiye.
5
Ji ber Mizgîniya ku em belav dikin ji we re ne tenê bi gotinan, bi qudretê ve, bi Ruhê Pîroz ve û bi ewlebûnekî mezin ve gîhişt we. Ji ber ku dema em di nava we de bûn, bona qenciya we em çawa dijiyan, hûn dizanin.
6
Û we di nava pirr tengasiyan de bi dilxweşiya ku Ruhê Pîroz daye, gotinê qebûl kir û bûn yên ku li gor me û Xudan dikin;
7
ûsa ku, hûn ji hemû bawerkirên li Makêdonya û li Ahayayê re bûn mînak.
8
Ji ber ku gotina Xudan ji we belav bû; xebera baweriya we yî bi Xwedê ve tenê ne gîhaştiye Makêdonya û Ahayayê, lê belê gîhaştiye her derî; ûsa ku, êdî hewce nema ku em tiştekî bibêjin.
9
Ji ber ku ezimandina ku we ji me re kiriye
10
û bona ku ji ezmanan li benda Lawê xwe yî li nav miriyan vejandiye, Îsayê ku dê me ji xezeba were biparêze bimînin û bona ji Xwedayê ku zindî û rasteqîn e re qûlitiyê bikin, ew bi xwe agahiyê didin ku ka hûn çawa ji pûtan vegeriyane Xwedê.
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 2 →
All chapters:
1
2
3
4
5