bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 Thessalonians 3
1 Thessalonians 3
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 4 →
1
Ji bo vêya êdî me deyax nekirin û em li Atînayê, bi tenê hiştinê ve razî bûn
2
û bona ku we pêdandî bike û di derheqê baweriya we de xemrevîniyê bike, me birayê xwe Tîmotêyos, yê ku di Mizgîniya Mesîh de xizmetkarê Xwedê ye, şand;
3
da ku, bila di tengasiyan de tu kes nelerize, ji ber, hûn bi xwe dizanin ku, em bona vêya hatine wezîfedar kirin.
4
Ji ber ku me tengasî kişandina xwe ji berê ve, hîn gava em li cem we bûn ji we re gotibûn û mîna ku hûn dizanin ûsa jî bû.
5
Bi vê sedemê êdî min jî zêde nikarîbû di berxwe bida û bona ez rewşa baweriya we û ka xapînok rêyekî wê dît û we xapand, gelo keda me berhewa bû an nebû hîn bibim, min wî şand.
6
Lê belê Tîmotêyos yê ku hîn nû ji cem we vegeriyaye cem me, di derheqê bawerî û hezkirina we de nûçeyên xweş anîn; her tim bîranîna we yî qencî di derheqê me de, qasî ku me bêrîkirina dîtina we kiriye, we jî ewqas bêriya me kiriye got;
7
bi vê sedemê ya birano, di nava hemû êş û tengasiyên xwe de ji ber baweriya we, me bi we xemrevîniyê dîtin.
8
Ji ber ku ger hûn bi Xudan ve girêdayî bimînin, em ê bijîn!
9
Ji ber ku li berya Xwedanê xwe, bi bersivbûna vê dilxweşiya ku me bona we bihîstiye, gelo em ê çawa bi têrî bona we şikiryê ji Xwedanê xwe re bikin?
10
Bona ku em bi we re rû bi rû hevdîtinê bikin û kêmasiyên baweriya we temam bikin, bi şev û roj em zehf dua dikin.
11
Bavê me Xwedê bi xwe û Xudanê me Îsa Mesîh, bona ku em bigihêjin we, bila rêya me veke!
12
Û mîna ku hezkirina me ji we re heye, bila Xudan we di hezkirina ji hev û din re û ya ji hemû mirovan re de, mezin û zêde bike!
13
da ku, dema Xudanê me Îsa Mesîh bi hemû pîrozên xwe re hat, bona ku hûn li berya Bavê me Xwedê di pîroziyê de bêqisûr bin, bila dilê we bizexmîne.
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 4 →
All chapters:
1
2
3
4
5