bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 Thessalonians 5
1 Thessalonians 5
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
1
Lê belê, ya birano, hewceya we nîne ku di derheqê dem û wextan de ji we re bête nivîsin.
2
Ji ber, hûn baş dizanin ku, roja Xudan şev çawa ku dizek tê, dê wusa were.
3
Gava ew bibêjin: Aşitî û ewlekarî, mîna ku jan bi pîreka ducanî ve bikeve, dê helaqekek nişka ve ji wan re were û tu carî dê nikaribin birevin.
4
Lê belê hûn, ya birano, ne di tariyê de ne ku, ew roja mîna dizekî we bigire;
5
ji ber ku hûn hemû lawên ronahiyê, lawên rojê ne. Em ne aidî şevê an jî tariyê ne.
6
Wê çaxê, em mîna kesên din ranekevin, heşar û şiyar bin!
7
Ji ber ku yên radikevin, şevê radikevin û yên serxweş dibin şevê serxweş dibin.
8
Lê belê em, yên aidê rojê ne, zirxa bawerî û hezkirinê û hêviya xelasiyê bi kumzirxiyê li xwe kin û heşar bimînin.
9
Ji ber ku Xwedê, ne bona ku em bên xezebê, lê belê bona ku bi navgîniya Xudanê me Îsa Mesîh bigihêjin xelasiyê me bijart;
10
ew bona me mir; da ku, dixwaze hişyar, dixwaze di xewê de bin, em bi wî re bijîn.
11
Bona wê, mîna ku hûn çêdikin, hev û din bi metirsî bikin û hev û din pêş ve bibin!
12
Lê belê, ya birano, em rica dikin ku qîmeta yên di nava we de dixebitin û yên di rêya Xudan de serokantiyê li we dikin û şîretan didin we bizanibin
13
û bona karên ku dikin hezkirin û birêziyek mezin nîşanî wan bidin! Bi hev re di nava aşitiyê de bijîn!
14
Lê belê, ya birano, em li ber we digerin, yên vala digerin îkaz bikin, yên tirsonek dilawêr bikin, ji bêhêzan re alîkar bibin, li berya her kesî bi sebir bibin!
15
Bala xwe bidinê ku bila tu kes, bersiva xerabiyê bi xerabiyê ve nede; lê belê bona hev û din û bona hemû mirovan, her tim qenciyê bikin armanca xwe!
16
Her tim kêfxweş bibin!
17
Bêsekin dua bikin!
18
Di her rewşê de şikir bikin; ji ber ku xwestina Xwedê ya bona we di Mesîh Îsa de ev e.
19
Ruh netefînin!
20
Gotinên peyxambertiyê biçûk nebînin!
21
Her tiştî biceribînin; bi zexmî bi ya qenc ve bigirin!
22
Ji xerabiya bi her tewrî birevin!
23
Lê belê ew bi xwe, Xwedayê çavkaniya dilxweşiyê, bila we bi tûmî pîroz bike û ruhê we, canê we û bedena we, di hatina Xudanê me Îsa Mesîh de bêkêmasî û bêqisûr bê parastin!
24
Yê ku bangî we dike, ewledar e û ew dê vêya çêbike.
25
Birano, bona me dua bikin!
26
Ji hemû birayan re bi ramûsana pîroz ve silav bikin!
27
Ez li cem Xudan we didim sond xwarinê ku, bila ev name ji hemû birayên pîroz re bête xwendin.
28
Bila xêra Xudanê me Îsa Mesîh bi we re be! Amîn.
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
All chapters:
1
2
3
4
5