bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 Thessalonians 4
1 Thessalonians 4
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 5 →
1
Bi kurtî, ya birano, ka hûn ê çawa bijîn û ka hûn ê çawa Xwedê dilxweş bikin, hûn ji me hîn bûn; çawa ku hûn ûsa dijîn; bona ku hûn di vê babetê de hîn jî pêş ve herin, em bi navê Xudan Îsa rica ji we dikin û we teşwîq dikin.
2
Ji ber ku hûn dizanin bi rayedariya Xudan Îsa me kîjan temmiyan gihandiye we.
3
Ji ber ku xwesteka Xwedê ev e: Pîrozbûna we, ji zinê revîna we,
4
kirina her yekî ji we yî, ne mîna neteweyên Xwedê nenas bi azweriyên şehwetî,
5
her yekê ku ji nav we di pîrozahî û birêziyê de, zanîna xwedî derketina bedena xwe û a vay, xedarî û êrîşê li birayê xwe re nekirin e;
6
ji ber, mîna ku me berê jî ji we re gotibûn û şahdeyî kiribûn; Xudan di derheqê hemû van tiştan de tolhildar e.
7
Ji ber ku Xwedê ne bona em di bêexlaqiyê de bijîn, lê belê bona di nava pîroziyê de bijîn bangî me kir.
8
Niha kesê ku vê banga red bike, ne mirov, lê belê Xwedayê ku Ruhê xwe yî Pîroz daye me red dike.
9
Lê belê di babeta hezkirina biratiyê de, hewcedariya we nîne ku, kes ji we re binivîsîne; ji ber ku bona hezkirina ji hev û din, hûn bi xwe ji aliyê Xwedê ve hatine hîn kirin;
10
ji ber ku hûn vêya ji hemû birayên li Makêdonyayê ne re dikin. Lê belê, ya birano, em ji we rica dikin ku hûn di vê babetê de hîn jî pêş ve biçin
11
û mîna ku me li we temmi kirine, ajotina jiyanek aram, nêrîna li karê xwe û şuxula bi destên xwe ji xwe re bikin armanc;
12
da ku, hûn li hemberê yên ku li derve ne, bi awayekî qenc bimeşin û hewcedarî tiştekî nebin.
13
Ya birano, bona ku hûn mîna mirovên dinî di nava bêhêvîbûnê de dijîn bi keser nebin, em naxwazin ku hûn di derheqê kesên çavên xwe li jiyanê girtîne de bêzanîn bimînin.
14
Ji ber ku, ger em bawerî bi mirina Îsa û vejîna wî ve bînin; bi vî awayî dê Xwedê jî kesên di Îsa de, di xew de ne, bi wî re bîne.
15
Ji ber ku li gor gotina Xudan em vêya têdigihînin we: Em, yên zindî, yên heta hatina Xudan dê zindî bimînin, tu carî nakevin berya kesên ku çavên xwe ji jiyanê re girtine.
16
Ji ber ku Xudan bi xwe, dê bi qêrîna emrekî, bi dengê sermilyaketê û bi borîjena Xwedê ji ezman ve dakeve û pêşiyê dê miriyên aidî Mesîh bivejin.
17
Paşî wê em, yên ku dijîn û (li jiyanê) hatine hiştin, bi wan re, bona pêrgîniya Xudan di nava ewran de dê me rahêlin bibin û bi vî awayî, em ê her tim bi Xudan re bin.
18
Bi vî awayî, niha bi van gotinan xemrevîniyê li hev û din bikin!
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 5 →
All chapters:
1
2
3
4
5