bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 Thessalonians 2
1 Thessalonians 2
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 3 →
1
Ji ber, ya birano, hûn bi xwe dizanin ku seredana me yî we vala neçûye;
2
lê belê mîna ku hûn dizanin, berê me li Fîlîpiyê tahde dîtibûn û heqaretê li me kiribûn jî, li gor bi dijwarî li bersekiniya wan, bona ku Mizgîniya Xwedê ji we re bidin belav kirin, me di Xwedayê xwe de kêfxweşiyê dîtin.
3
Ji ber ku teşwîq kirina me ne ji çewtiyan, ne ji mindariyê ye; ne jî bi fenekiyê ye;
4
lê belê, ji ber ku ji aliyê Xwedê ve em liyaqî emanet girtina Mizgîniyê hatine dîtin, em ne bona mirovan, bona Xwedanê ku dilê me diceribîne xoşnûd bikin diaxifin.
5
Ji ber, mîna ku hûn dizanin, em tu carî bi gotinên xapînokî an jî bi maskekî çavbirçîbûnê veşêre ve nehatin; Xwedê şahde ye.
6
Em ne li pey pesnvedanek ji mirovan ve bê bûn, ne ji we, ne ji kesekên din; bi şagirtbûna Mesîh, me dikaribûn ji we re bibûna bar;
7
lê belê mîna dayîkekî ku zaroyên xwe dimijîne, têkiliyên me yî bi we re bi dilovanî bû.
8
Em ûsa ji dil bi we ve hatibûn girêdan ku, ne tenê Mizgîniya Xwedê, em razî bûn ku heta canê xwe jî bi we re par bikin; ji ber ku me ewqasî ji we hez kir!
9
Ji ber ku, ya birano, ked û zehmeta me tê bîra we; bona ku ji we tu kesekî re nebin bargiranî, bi şev û roj em şuxulîn û me Mizgîniya Xwedê ji we re waz da.
10
Hûn şahde ne ku têkiliyên me yî yê bi we re, yê bi bawerkiran re çiqasî pîroz, rast û bêqisûr bû; Xwedê jî şahde ye.
11
Mîna ku hûn dizanin, têkiliyên bavekî bi zaroyên wî re çawa be, têkiliyên me yî bi her yekî ji we re ûsa bû;
12
me dilawêriyê da we, we xemrevîn kirin; me bona hûn li gor Xwedayê ku we bangî serwerî û bilindahiya xwe dike, bijîn, teşwîq kirin.
13
Û ji bo vêya em jî bê sekin ji Xwedê re şikir dikin ku, gava we gotina Xwedê ji me bihîst û qebûl kirin, we vêya ne mîna gotina mirovan, lê belê di rastiyê de jî we bi gotin bûna Xwedê wê qebûl kir; ya ku di we bawerkiran de çalak e jî ev e.
14
Ji ber ku, ya birano, we Dêrên Xwedê yên li Cihûstanê ne û bi Mesîh Îsa ve girêdayîne ji xwe re mînak girtin; ji ber, mîna ku wan ji Cihûdan ve tengasiyan kişandine, we jî tengasiyan ji hemnîjadên xwe ve kişandin;
15
yên ku Xudan Îsa û peyxamberan kuştine û me qewirandin û Xwedê razî nakin û dijberê hemû mirovan in;
16
bi vî awayî, bê sekin, guneh li ser gunehên xwe dicivînin; bona xelas bûna wan nahêlin ku em ji netewan re bibêjin. Lê belê xezeba bêdawî daket ser wan!
17
Lê belê em, ya birano, di demekî kurt de, ne di dil de, lê di bedenê de li dûrî we man; bi bêrîkirinek mezin, bona ku wecê we dîsa bibînin me hîn zêde xîret kir;
18
ji ber ku me, dixwestin ku em werin cem we û ez, Pawlos, min çend cara xwest û Îblîs bû astengê me.
19
Ji ber ku hêviya me, an dilxweşiya me, an jî taca ku em bi wê pesnên xwe vedin çî ye? Belê, ma li ber Xudanê me Îsa Mesîh, di hatina wî de ne hûn in?
20
Ji ber ku pesnahiya me û dilxweşiya me hûn in!
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 3 →
All chapters:
1
2
3
4
5