bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 Timothy 1
1 Timothy 1
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 2 →
1
Pawlosê ku li gor emrê Xelaskerê me Xwedê û Xudan Mesih Îsayê ku hêviya me ye, şagirtê Îsa Mesîh e
2
ji yê ku di baweriyê de lawê minî rasteqîn e, ji Tîmotêyos re: Bila ji Bavo Xwedê û Xudanê me Mesih Îsa ve xêr, dilovanî û xweşî (bi te re) be!
3
Dema ez diçûm Makêdonyayê, mîna ku min ji te rica kiribû, li Efesê bimîne û temmiya belav nekirina hin kesê bi hînkariyên cihê bide.
4
Xeynî vê yekê, tu emir bike ku bila girîngiyê nedin çîrokan û darnîjadên dûr û kûr. Vana, sazûmana Xwedê ya ku bi navgîniya baweriyê çalakiya xwe nîşan dide, ava nakin. Li dijî wê, rêya guftego û galegalan vedikin.
5
Lê belê armanca vê temmiyê, hişyar kirina hezkirina ku ji dilê pak û ji ûcdanê paqij û ji baweriya bi dilî ve dizê ye.
6
Hinek kes ji vana çewt bûne û ketine axaftinên vala;
7
dixwazin bibin mamosteyê zagonê û ne gotinên ku dibêjin, ne jî babetên ku di wê de bi xwe bawer in fêhm dikin.
8
Lê belê em dizanin ku bona yekî zagonê li gor derûniya wê tîne cîh, zagon qenc e;
9
ji ber em vêya dizanin ku, zagon ne bona rastan, lê bona zagonnenasan û asêyan, bêxwedêyan û gunehkaran, bona kesên bê pîrozî û mindar in, yên dayik û bavên xwe kuştine,
10
qesasan, yên bêexlaqiya cinsî dikin, yên qûlampara ne, tucarên dîlan, derewînan, bona kesên bi derewan sondê dixwin û çi tiştên li dijberî hînkariya zexm hebe bona wan hatiye danîn;
11
li gor Mizgîniya Xwedayê pîroz ji min re hatiye emanet kirin, ev ûsa ye.
12
Ez ji Xudanê me Mesîh Îsayê ku min xurt kiriye re şikir dikim; ji ber ku min dilsoz hesiband û girt xizmeta xwe;
13
demekê ez mirovek zalim, kanc û kufurbaz bûm. Lê belê ez gihaştim dilovaniyê; ji ber ku min bi nezanî, di bêbaweriyê de kir;
14
lê belê bawerî û xêra Xudanê me ya tevî hezkirina di Mesîh Îsa de ye, bi zêdeyî pirr bû.
15
Gotina ku, Mesîh Îsa bona gunehkaran xelas bike hate dinê, dilsoz e û ji her alî ve liyaqê qebûlê ye; herî mezinê wan (gunehkaran) ez im.
16
Lê belê Mesîh Îsa, bona ku ez ji yên bi bawerî anînê dê bigihêjin jiyana bê dawî re bibim mînak, bona ku sebra xwe yî bê dawî pêşiyê di min de pêşkêş bike dilovaniyê li min kir.
17
Bila rûmet û bilindahî, di abadîna abadînan de ji Xwedayê tenê, bê mirin, nayê dîtin û Qiralê hemû deman re be! Amîn.
18
Ya kurê min Tîmotêyos, mîna gotinên peyxamberî yên ji berê de di derheqê te de hatine gotin, ez vî emrî emanetî te dikim; da ku, tu bi van têkoşîna qenc bidomînî.
19
Bi bawerî û ûcdanê paqij ve bigire; hin kesan bi aliyekî danîna ûcdanê paqij, di babeta baweriyê de noq bûn.
20
Hûmenêyos û Îskender ji vana ne; bona ku hînî kufur nekirinê bibin, min wan da destê Îblîs.
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 2 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6