bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 Timothy 6
1 Timothy 6
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 5
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
1
Hemûyên di bin nîrê de ne, bila efendiyê xwe liyaqî hurmeta bitûmî bibînin, da ku, bila ji nav û hînkariya Xwedê re kufir neyê kirin.
2
Lê belê yên efendiyên wan baweriyê anîne jî, bila bi gotina çawa be em bira ne, bêrêziyê li wan mekin; lê belê bila hîn jî zêde xizmetê bikin; ji ber ku yên ji vê xizmetê qenciyê bibînin, bawerker û xoşewîst in. Van tiştan bide hînkirin û teşwîq bike!
3
Ger kesek, hînkariyên cihê belav bike û gotinên zexm, bi gotinên Xudanê me Îsa Mesîh ve û hînkariya ku li gor teqwayê ye razî nebe,
4
bi nezaniya tiştekî bi kubrê ve ketiye; lê belê ji ber derxistina guftego û şerên bêjeyan nexweş e; çavnebarî, keftûleft, îftira, şikên xeraban,
5
keftûlefta zilamên ku ramançewt bûyîne û mehrûmê rastiyê ne, yên teqwayê mîna rêya qezencê dizanin, ji vana ve dibin; ji yên ûsa dûr bisekine!
6
Lê belê qenîetkirina bi teqwayê ve qezencek mezin e;
7
ji ber ku me ne tiştekî aniye dinê û ne jî em karin ji dinê tiştekî bibin.
8
Lê belê ger xwarin û kincên me hebin, em ê bi wan qenîet bikin.
9
Lê belê yê ku dixwazin dewlemend bibin jî, tên xapandin û dikevin kemînê, ber bi gellek azweriyên bi zirar û bêmane yê ku mirovan dibe xerabûn û têkçûnê ve dikevin.
10
Ji ber ku rehekî her tewr xerabiyê hezkirina pera ye; hinek kes, bi hewes kirina vêya ve ji baweriyê ve vegeriyan û xwe bi xwe gellek êşê dan xwe.
11
Lê belê tu, ya mirovê Xwedê, ji vana ve bireve; li pey rastiyê, teqwayê, baweriyê, hezkirinê, sebrê û nermiyê ve bazde!
12
Têkoşîna qenc, ya di oxra baweriyê de bidomîne û bi jiyana abadîn ya li ber gellek şahdeyan wekî mukuriya qenc, tu bi mukur anînê ve hatiye dawet kirin, bigire.
13
Ez di hizûra Mesîh Îsayê li ber Xwedayê ku jînê daye her tiştî û li ber Pontiyûs Pîlato ve şahdeyiyê li mukuriya qenc kiriye de vê temmiyê li te dikim;
14
heta hatina Xudanê me Îsa Mesîh tu emir bêqirêj û bêqisûr bigire;
15
yê pîroz û serwerê tekane, Qiralê qiralan, Xudanê xudanan,
16
xwediyê bêmiriniyê tenê, yê ku di ronahiya ku mere nikare nêzîkî wê bibe de disekine, yê ku tu mirov wî ne dîtiye û ne jî dikare bibîne, dê wî di dema hatiye bijartin de derxîne holê; bila rûmet û qudreta bêdawî ji wî re be! Amîn.
17
Ji yên ku di dinya niha de dewlemend in re temmiya, raman bilind nebûniyê û ne bi bêqirariya dewlemendiyê, lê belê bi Xwedayê ku bona zewqê her tiştî bi zêdeyî daye me ve hêviya xwe girêdanê,
18
bona jiyana ku bi rastî ye bigirin, bona demên ku dê werin, ji xwe re bingehekî qenc amade kirinê û qencî kirinê;
19
di karên qenc de dewlemendbûnê, bona belav kirinê amadeyiyê û comerdbûnê, bike.
20
Ya Tîmotêyos, ya ku ji te re hatiye emanetkirin biparêze; ji gotinê vala û ne pîroz, ji pozberiyê ramanên ku bi xeletî ji wan re dibêjin zanîn, xwe biparêze!
21
Hin kesan bi îdîa kirina vêya di derheqê baweriyê de çewt bûn. Bila xêr bi te re be! Amîn.
← Chapter 5
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
All chapters:
1
2
3
4
5
6