bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 Timothy 5
1 Timothy 5
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 6 →
1
Bi zilamê pîr ve nepeke, lê belê mîna bav, yên ciwan, mîna birayên te bin,
2
pîrekên pîr, mîna diya te bin, pîrekên ciwan bi dilsafiyek tam, mîna ku xwuşkên te bin, teşwîq bike.
3
Ji pîrekên bî yên di rastiyê de bî ne re, birêziyê xuya bike.
4
Lê belê ger zarok an jî neviyên pîrekekî bî hebe, bila ew pêşiyê bi alîkirina maliyên xwe meşa di rêya baweriyê de û deynê qenciyê dana ji mezinên xwe re hîn bibin; ji ber ku ev li cem Xwedê hêja ye.
5
Lê belê ya ku bi rastî bî û tenê maye, hêviya xwe bi Xwedê ve girê daye; bi şev û roj di lava û di dua kirinê de dom dike.
6
Lê belê ya ku xwe daye zewqê, hîn di jiyanê de miriye.
7
Bona ku bêqisûr bin, temmiya van tiştan li wan bike!
8
Lê belê ger yek li yên xwe û bi taybetî jî li maliyên xwe nenihêre, wekî ku baweriyê înkar kiriye dibe û ji bêbaweran xerabtir e!
9
Pîrekek bî ya bi qencî kirina xwe ve tê nasîn, bi zilamek re tenê zewiciye û ne di binya şêst salî de ye,
10
ger zarok mezin kiribe, ger mêvanan ezimandibe, ger lingê pîrozan şuştibe, ger ji yên di tengasiyê de ne re alîkariyê kiribe, ger xwe bi her karê qenc ve bexşandibe, bila navê wê li lîsta biyan ve bê nivîsandin.
11
Lê belê nivîsandina navê biyên hîn jî ciwan red bike; ji ber ku dema azweriyên wanî bedenî, bi ser girêdana wanî bi Mesîh bê, dê bixwazin ku bizewicin
12
û bi vî awayî bi cûtina gotina pêşiyê daye dê hikmê bigirin.
13
Tevî vêya bi mal û mal gerê, dê bielimin teraliyê û dê tenê bi elimandina teraliyê nemînin, lê belê bi gotina peyvên nakeve ser wan, dê bibin devtejiyê ku destê xwe davêjin karên kesên din.
14
Niha, ez dixwazim ku biyên hîn ciwan in bila bizevicin, zarokan bînin, rêvebirtî li malê bikin û tu fersenda îftirayan nedin neyaran.
15
Ji ber ku jixwe hin kes çewt bûne û li pey Îblîs ketine.
16
Ger merivê bî yê pîrekek bawermend hebin, bila ew alîkariyê bi wan re bike û bona ku Dêr alîkariyê bi biyên di rastiyê de jî kesekî wan nîne re bike, bila wê nexîne bin tu barî.
17
Kalepîrên ku qenc rêvebiriyê dikin, bi zêdeyî jî yên ku kedê didin kelam û hînkirinê, bila du qatî liyaqî hurmetê bêne dîtin.
18
Ji ber ku Nivîsa Pîroz dibêje: Devê gayê ku cêrê dike girê mede, û: Karker heqdestê xwe, bi xwe heq dike.
19
Heta ku dudo an jî sê şahde tune be, sûcdarkirinek di derheqê kalepîrekî de qebûl meke.
20
Bi yên ku guneh dikin re, li ber hemûyan bipeke, da ku, bila yên din jî bitirsin.
21
Bona tu van gotinên min bêalîkarî û bêcihêkirina kesî bîne cîh, ez te li ber Xwedê û Xudan Mesîh Îsa û milyaketên hatine bijartin îkaz dikim.
22
Bona dest dana ser yekî lez meke û nebe şirîkê gunehên yekî din; xwe paqij bigire!
23
Êdî tenê avê venexwe; lê bona gedeka xwe û nerehetiyên xwe yî dem bi dem dest pê dike hinekê jî xemrê vexwe.
24
Gunehên hin mirovan eşkere ne û berê diçin daraziyê; lê belê yên hin kesan jî li pey wan tên.
25
Mîna vêya, karên qenc jî eşkere ne û yên ne eşkere ne jî nikarin bên veşartin.
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 6 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6