bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 Timothy 3
1 Timothy 3
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 4 →
1
Ev gotina dilsoz e: Ger zilamek çavdêriyê bixwaze, xwesteka karekî qenc dike.
2
Niha bona zilamê ku bibe çavnêrîdar hewce dike ku, bêqisûr, mêrê pîrekekê, bitemkîn, aqilmend, xwedî întîzam, mêvanperwer, ji hînkirinê re bi huner,
3
ne dildayê xemrê be, ne zordest be, lê belê nerm, ne şerûd, ne hezkirê peran be;
4
divê rêvabirtiya mala xwe qenc çêke û gotinên xwe ji zarokên xwe re derbas bike û birêziyek bêkêmasî di mala xwe de amade bike;
5
– lê belê ger kesek nizanibe rêvabirtiya mala xwe bike, dê çawa Civaka Xwedê bajo? –
6
Divê ne yekî nû baweriyê aniye be; ya na dibe ku li ber xurûrê keve û rastî daraziya ku Îblîs bi wê hatiye daraz kirin bê.
7
Bona ku nekeve rewşeke şermezarî û kemîna Îblîs, divê ji aliyê kesên derveyî ve jî bi mirovek qenc bê nas kirin.
8
Mîna vêya, divê wezîfedarên Civakê jî ne wekî kesên dugotinî, dildayê pirr xemrê, yên li pey qezenca bêheq ve diçin bin;
9
bila di ûcdanê paqij de wekî raz a baweriyê biparêzin bin.
10
Û bila vana pêşiyê bên ceribandin; ger ew bêqisûr bin, paşê bila wezîfê bistînin.
11
Mîna vêya divê pîrekan jî ne îftirakir bin, lê di têkiliyên xwe de bipîvan, serî giran û ji her alî ve ewledar bin.
12
Bila kesên bi pîrekekê tenê re zewiciye û yên zarok û malên xwe qenc îdare dikin, bibin wezîfedar.
13
Ji ber ku yên ku wezîfa xwe qenc çêkirine, ji xwe re cîhekî qenc bi dest ve dixin û di baweriya di Mesîh Îsa de ye de dilawêriyek mezin qezenc dikin.
14
Ez van tiştan bi hêviya ku ezê di nêzîk de werim cem te dinivîsînim;
15
lê belê ger ez dereng bimînim, dixwazim ka dê di mala Xwedê ya Dêra Xwedê ye, ya ku sitûn û bingeha rastiyê ye de tevgera te çawa bibe tu bizanibe, ez dinivîsînim.
16
Û meziniya raza teqwayê nayê înkar kirin: Xwedê di bedenê de hate xuyabûn, di Ruh de hate tesdîq kirin, ji milyaketan re xuyanî bû; ji netewan re hate waz kirin, di dinê de hate bawer kirin, di nava bilindahiyê de, bi jor ve hate girtin.
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 4 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6