bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 Timothy 4
1 Timothy 4
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 5 →
1
Lê belê Ruh bi eşkeretî dibêje ku, di demên dawiyê de dê hin kes ji bawiriyê ve vegerin û ruhên xapînokî û hînkirinên cinan guhdarî bikin;
2
dê bi durûyiya derewkiran ûcdanê wan mîna ku bi hesinekî sorbûyî ve bête dax kirin;
3
dê ew zewacê qedexe bikin û di vekişandina, ji xwarinên ku Xwedê bona yên baweriyê anîne û bi rasteqîniyê ve dizanin, bi şikiryê bixwin, afirandiye de emir bikin.
4
Ji ber, her tiştên ku Xwedê afirandiye, qenc in û ger bi şikiryê bê qebûl kirin tu tişt neyê red kirin;
5
ji ber ku her tişt bi gotina Xwedê û bi duê ve tê pîroz kirin.
6
Ger tu vana ji birayan re şîret bike, bi têrbûna bawerî û gotinên hînkariya qenc ve tuyê ji Mesîh Îsa re bibe xizmetkarekî qenc.
7
Lê belê bêxwedatî û çîrokên ku li gor jinepîran e red bike; lê belê xwe di rêya Xwedê de perwerde bike!
8
Ji ber qenciya perwerde kirina bedenê hindik e; lê belê teqwa ya wada niha û dema bê dexlî wê ye, ji her alî ve feydedar e.
9
Ev gotin ewledar e û ji her alî ve liyaqê qebûl kirinê ye.
10
Ji ber ku em bona vêya kedê didin û têkoşînê dikin; ji ber, me hêviya xwe bi yê ku Xelaskerê hemû mirovan, bi taybetî jî yê bawerkiran e, Xwedayê zindî ve girê da.
11
Temmiya vana bide û hîn bike!
12
Bila tu kes civaniya te biçûk nebîne; lê belê di gotinê de, di tevgerê de, di hezkirinê de, di ruh de, di baweriyê de û di safîbûnê de ji bawerkiran re bibe mînak!
13
Heta ku ez bêm cem we, ji bo xwendinê, teşfîq kirinê û hînkirinê bixebite.
14
Li xelata ruhanî ya ku dema lijneya kalepîran, li gora gotina peyxambertiyê dest danîn ser te, ji te re hatiye dayîn, xemsariyê meke!
15
Di van tiştan de bi xîret be; di vana de bijî, bila her kes pêşveçûna te bibîne!
16
Li xwe û hînkariya xwe miqate be; di wan de bidomîne! Ji ber ku bi kirina vêya tuyê him xwe, him jî kesên te guhdarî dikin xelas bikî.
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 5 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6