bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
James 1
James 1
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 2 →
1
Aqûpê qûlê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh, ji donzdeh eşîrên ku belavbûne re silav dike!
2
Birayên min, dema hûn bi ceribandinên tewr bi tewrî ve rû bi rû hatin, vê bi dilekî xweş ve pêşwazî bikin.
3
Ji ber hûn dizanin ku, ceribandina baweriya we, hêza berxwedanê diafirîne.
4
Û bila hêza berxwedanê jî bona ku hûn bibin kesên tu kêmasiyên wan tune ye û gihîştî û rayedar, bigihêje çalakiyek bê kêmasî.
5
Lê belê ger kêmasiya yekî ji we di zaniyariyê de hebe, bila ji Xwedayê ku bi comerdî û bêpekîn dide her kesî bixwaze û dê jê re bê dayînê.
6
Lê belê bila bê şik û şubhe, bi baweriyê bixwaze; ji ber ku mirovên şik û şubhê dibihîze, mîna pêlên behrê yê ba wê dibe û dilerzîne ye.
7
Ji ber ku mirovê di hemû rêyên xwe de bêqirar û du dilî ye,
8
bila nebêje qey ez ê ji Xudan tiştekî bistînim.
9
Lê belê bila birayê ketî bi bilindahiya xwe ve pesnê xwe bide, yê dewlemend jî bi kêmasiya xwe ve pêsnê xwe bide.
10
Ji ber ku dê mirovê dewlemend mîna çîçeka çolê biçilmise û biçe.
11
Ji ber ku roj bi germbûna xwe yî şewitîn ve dihilê û gîha hişk dike û çîçeka wê dikeve û xweşikiya dîtina wê winda dibe; dê mirovê dewlemend jî mîna vêya di rêyên xwe de tune bibe û biçe.
12
Xwezî li mirovê ku di ceribandinê de di berxwe bide! Ji ber ku dema bi serfirazî ji ceribandinê ve derket, dê taca jiyanê ya ku Xudan ji hezkirên xwe re wad kiriye bistîne.
13
Ger kesek bê ceribandin, bila nebêje ku: Xwedê min diceribîne. Ji ber, çawa ku Xwedê bi xerabiyan nayê ceribandin, ew bi xwe jî kesekî naceribîne;
14
lê belê her kes bi azweriyên xwe yî xerab ve diherikin û tên xapandin.
15
Pişt re arezû ducanî dibe û gunehan dizê; guneh jî dema digihêje mirinê tîne.
16
Ya birayên minî xoşewîst, nexapin!
17
Her nahmeta qenc û her xelata bêkêmahî, ji Bavê Ronahiyan, yê siya guhêrbarî û vegerokînê di wî de nîne, ji jor ve tê.
18
Wî, bona ku em bibin mêwê yekemîn yê afirên wî, me li gor xwestina xwe bi kelama rastiyê ve welidand.
19
Ya birayên minî xoşewîst, ji ber vê yekê, bila her kes di guhdarîkirinê de bi lez, di axaftinê de hêdî û di hêrsbûnê de jî hêdî be;
20
ji ber ku hêrsa mirovan, rastiya Xwedê ava nake!
21
Bo vê yekê hemû pîsitiyê û hemû bermayiyên xerabiyê bavêjin, gotina ku di hundirê we de hatiye çandin û di hêza xelas kirina canê we de ye, bi dilnizmî qebûl bikin!
22
Û tenê bi mayîna bihîstina gotinê ve xwe bi xwe nexapînin, lê belê bibin kiryarê wê.
23
Ji ber ku ger kesek, tenê bibe guhdarkirê gotinê û nebe tetbîqkirê wê, mîna mirovên li mirêkê, li wecê xwe yî xweza dinihêre ye;
24
ji ber ku ew xwe dibîne û diçe û ka mirovek çawa bû hema ji bîr dike.
25
Lê belê kesekî li zagona mukemel, li zagona azadiyê binêre û bidomîne, ne bihîstkerê jibîrker, lê xebatkarê zîrek e, dê di karê xwe de bextewar bibe.
26
Ger di nav we de kesek xwe oldar bihesibîne, lê belê nikaribe zimanê xwe zeft bike, dilê xwe dixapîne û bawermendiya wî vala ye.
27
Li ber Bav Xwedê, bawermendiya paqij û bêleke, di tengasiyên wan de serîdayîna bî û sêwiyan û xwe ji dinê bêleke girtin e.
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 2 →
All chapters:
1
2
3
4
5