bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
James 2
James 2
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 3 →
1
Birayên min, bi yên ku ji Xudanê me yê mezin Îsa Mesîh re bawerî anîne, di nava mirovan de cihêtiyê mekin!
2
Ji ber ku ger mirovek di nava kincên qenc de û bi gustîlkên zêr û mirovek di nava kincên gemarî de bê cîhê ku hûn lê dicivin
3
û hûn bi têkilî ji mirovên kincê wî qenc re bibêjin: Tu li vir, li cîhê qenc rûne! Û ji yê xizan re jî: Tu li wir bisekine! an jî: Li binya lingên min rûne! bibêjin;
4
ma hûn ê nebin kesên di nava hev de cihêtiyê kirine û darazkirên nêt xerab?
5
Guhdarî bikin, ya birayên minî xoşewîst: Ma Xwedê li vê dinê xizanan bona di baweriyê de dewlemend bibin û bibin mêraskerê serweriya wî ya ji hezkirên xwe re wad kiriye, ne bijartî ye?
6
Lê belê we yê xizan bêrûmet kir. Ma yên mêtîngehiyê li we dikin, ne yên dewlemend in? Û ma yên we berbi dadgehan dibin, ne ew in?
7
Ma yên ku ji navê bilind yê li ser we re hatiye bang kirin re kufur dikin, ne ew in?
8
Ger hûn li gor nivîsa ku dibêje: Ji cîranê xwe mîna xwe hez bike! Zagona Qiraletiyê bînin cîh, hûn qenciyê dikin;
9
lê belê ger hûn di nava mirovan de cihêtiyê bikin, hûn ê guneh bikin; ji aliyê zagonê ve, bi zagonê eciqandina xwe ve hûn ê bisûc bên dîtin.
10
Ji ber kesê ku hemû gotinên Zagonê bîne cîh, lê tenê di nuxtikekê de ji wê derkeve, dê li dijî hemiya Zagonê bi sûç bibe.
11
Ji ber, yê ku: Divê tu zinê meke! gotiye; divê tu mekuje! jî gotiye. Niha, ger tu zinê neke, lê belê bikuje, tuyê bibî êrîşkirê zagonê.
12
Mîna kesên ku dê bi navberiya zagona azadiyê ve bên daraz kirin, bi vî awayî biaxifin û bi vî awayî bikin!
13
Ji ber ku darazî, li hemberê kesên dilovaniyê xuya nekiriye, bê dilovanî ye; dilovanî li dijî daraziyê serdest tê.
14
Birayên min, ger kesek dema lêkeriyên wî yên qenc tune be, bibêje baweriya min heye, ev ji çi re dibe? Ma baweriyek ûsa dikare wî mirovî xelas bike?
15
Ger dema birayek an jî xwuşkek tazî û bêyî xwarina rojane be,
16
yekî ji we jî ji wan re bibêje: Bi dilxweşiyê biçin, ez dixwazim hûn germ û têr bibin, lê belê ger hûn hewceyiyên bedenê nedin wan, ev ji çi re dibe?
17
Bi vî awayî, bawerî jî, ger xebatên wê tune be, bi tena serê xwe mirî ye.
18
Lê belê dê kesek bibêje ku: Baweriya te heye û kirinên min hene; tu baweriya xwe bêyî kirinan nîşanî min bide û ez ê baweriya xwe bi kirinên xwe nîşanî te bidim!
19
Tu bi yek bûna Xwedê bawer î, tu qenc dikî! Cin jî bawer dikin û dilerizin!
20
Lê belê, ya mirovê vala, ma tu bona bêyî lêkeriyê bawerî mirî ye nîşanê dixwazî?
21
Ma bavê me Birahîm, lawê xwe Îshaq li ser pêşkêşîgehê, bi pêşkêşî kirinê, ji kirinên xwe ve salih nehat hesibandin?
22
Tu dibînî ku, bawerî tevî karên wî dixebitî û bawerî bi kirinan ve çû serî.
23
Û bi gotina: Û bawerî bi Xwedê ve anî û jê re pakbûyî hate hesibandin, Nivîsa Pîroz çû serî û jê re; hevalê Xwedê, hate gotin.
24
Hûn dibînin ku mirov tenê ne bi baweriyê, bi kirinan salih tête hesibandin.
25
Û mîna vê yekê, ma Rehaba fahîşe jî, ji ber ku şandiyan qebûl kir û ji rêyek din şand, bi kirinan ve salih nehat hesibandin?
26
Ji ber çawa ku beden, dema ruh tunebe mirî ye, bi vî awayî bawerî jî dema kirin tunebe mirî ye.
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 3 →
All chapters:
1
2
3
4
5