bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
James 3
James 3
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 4 →
1
Birayên min, bi zanîna em ê rastî daraziyek hîn jî mezin werin, bila gellekên we nebin mamoste!
2
Ji ber ku em hemû gellek xeta dikin. Ger kesek bi gotinên xwe qet xeta meke, ew mirovek kamil e; bi hemû bedena xwe jî dikare.
3
Bona ku ji me re îtaet bikin em hefsaran li devê hespan dixin, bi vî awayî em hemû bedenên wan jî vedigerînin.
4
A vay, keştî jî ewqas mezin û bi ber bayên bi hêz ve diherikin, lê belê dîsa jî dimenger, dilê wî kîjan alî ve bixwaze bi dimenek biçûk, bi wî alî ve tên vegerandin.
5
Bi vî awayî, ziman jî endamekî bedenê ya biçûk e û bi karên mezin ve pesnahiya xwe dike. A vay, pizotek biçûk dikare daristanek çiqas mezin biagir bixe!
6
Û ziman agirek, di nava endamên bedenê me de dinyayek xerabiyê ye; hemûya hebûna me gemarî dike. Bi ji cehenemê agirbûna xwe ve çûna jiyana me biagir dixe.
7
Ji ber ku her tewr heywanê hov û civîkan, xişok û afirên behrê ji aliyê mirovan ve hatine kedî kirin û tên kedî kirin;
8
lê belê tu mirov nikare ziman kedî bike; ew, xerabiyek bêsekin û bi jahrekî dikuje ve tijî ye!
9
Em bi wê ve pesna Xudan û Bav didin û em bi wê ve, ji mirovên di mînakiya Xwedê de hatine afirandin re naletê dikin;
10
pesnahî û kufir ji eynî devî ve derdikevin. Birayên min, divê ev ûsa nebe!
11
Ma kaniyek ji eynî çavî ava şêrîn û tahl diherikîne?
12
Birayên min, ma dara hêjîrê dikare zeytûnê, an jî mêwa tirî dikare hêjîrê bide? Çavkaniya ava bi xwê jî ava şêrîn nade.
13
Ma di nava we de yê zaniyar û fêhmdar kî ye? Bila bi jiyana xwe yî qenc û bi dilnizmiya ji zaniyariyê ve tê lêkerên xwe yî qenc xuya bike!
14
Lê belê ger di dilê we de çavnebarî û komperestî hebe, pesnê xwe nedin û li dijî rastiyê derewan mekin!
15
Zaniyariyekî ûsa ne ya ji ezmanan ve daketiye, lê belê zaniyariyekî ji dinê, ji ezitiyê û ji cinan ve hatiye yî.
16
Ji ber, li ku derê çavnebarî û xweperestî hebe, li wir tevlihevî û xerabiya her tewrî heye.
17
Lê belê zaniyariya ku ji jor ve daketiye, berî her tiştî pak e, pişt re aştîxwaz, mulayîm, bi dilovanî û mêwên qenc ve tijî ye; bê îltimas û bê durûyitî ye.
18
Û avakirê aşitiyê, yên di dema aşitiyê de diçînin, dexla rastiyê radikin.
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 4 →
All chapters:
1
2
3
4
5