bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
James 5
James 5
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
1
Niha guhdarî bikin, ya dewlemendno, ji berya felaketên ku dê bên serên we biqêrin û bigirîn!
2
Hebûna we riziyaye û kincên we bizûzan xwarine.
3
Zêrên we û zîvên we zingar girtine û dê zingara vana li dijî we şahdeyiyê bike, dê goştên we mîna agir bixwe. We di rojên dawîn de xezîne dan hev!
4
A vay, heqdestê karkerên zadên we çinandine ku we bi neheqî dest dane ser, diqêre û qêrîna oraqvanan gîhaşt guhê Xudanê artêşan!
5
Hûn li rûyê erdê, di nava zewq û zêdeyiyê de dijiyan; bona roja ku hûn ê bên serjêkirin, we dilên xwe xwedî kirin!
6
We kesê rast, yê ku li dijberê we ranebûye daraz kirin û kuştin.
7
Niha, ya birano, heta hatina Xudan sebir bikin! A vay, cotkar heta barana pêşîn û paşîn bigire, ji bo dexla erdê ya hêja bi sebir kirinê ve disekine!
8
Hûn jî sebir bikin; dilên xwe bi hêz bikin; ji ber ku hatina Xudan nêz e!
9
Birano, bona ku hûn neyên daraz kirin, li dijî hev û din gotegotê mekin; a vay, Darazker li ber derî disekine!
10
Ya birano, peyxamberên ku bi navê Xudan ve axifîne, di tengasiyê de bi mînakiya sebirkirinê ve ji xwe re bigirin!
11
A vay, em ji yên li ber xwe dane re dilxweş dibêjin! We ji di ber xwe dana Eyûb bihîstin û we dîtin ku Xudan di dawiyê de bona wî çi kiriye; Xudan zehf bi dilovan û bişefqet e.
12
Lê belê berî her tiştî, birayên min, bona ku hûn nekevin bin daraziyê, ne bona mafê ezman ne ya erdê, ne jî bi sondekî din sondê nexwin; lê bila: Erêya we erê û na ya we na be.
13
Ma yekî ji we di tengasiyê de ye? Bila dua bike. Ma yek dilxweş e? Bila qesîdeyan bibêje!
14
Ma yekî ji we nexweş e? Bila ew kalepîrên Dêrê bide bang kirin û bi navê Xudan rûn li ser wî bikin û bona wî dua bikin
15
û duaya bi baweriyê ve hatiye kirin, dê nexweş xelas bike û dê Xudan wî rake ser pêlan û ger wî gunehan kiribe, dê ji wî re bên efû kirin.
16
Niha, bona ku hûn şîfayê bibînin, gunehên xwe ji hev û din re mukur bên û bona hev û din dua bikin! Lavaya kesê rast, di kirina xwe de zehf bi çalak e.
17
Êlyas jî eynî mirovek mîna me bû û bona ku baran nebare, wî bi xîret ve dua kir û sê sal û şeş mehî baran li rûyê erdê nebarî.
18
Û dîsa dua kir û ezman baranê da û zevî jî dexla xwe da.
19
Birayên min, ger ji nava we, yek ji rastiyê ve çewt bibe û ger yek wî vegerîne,
20
bila bizanibe ku, yê gunehkar ji çewtiya rêya wî ve vegerandiye, dê ji mirinê ve canekî xelas bike û gellek gunehan binixumîne.
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
All chapters:
1
2
3
4
5