bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
James 4
James 4
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 5 →
1
Ma çavkaniya keftûleft û şerê di nava we de ji ku ve tên? Ma ne ji azweriyên we yî di endamên bedenên we de şer dikin in?
2
Hûn dixwazin û bi dest naxinin. Hûn dikujin û çavnebaritiyê dikin û nagihêjin xwestekê xwe; keftûleftê dikin û şer dikin; hûn nikarin bi dest bixin, ji ber ku hûn naxwazin.
3
Hûn dixwazin û nikarin bistînin; ji ber ku hûn bi armanca xerab, bona di oxra azweriyên xwe de bişuxulînin dixwazin.
4
Hûn, ya zînakarno, ma hûn nizanin ku hevaltiya bi dinê re ji Xwedê re neyartî ye? Yê bixwaze bi dinê re bibe heval, xwe ji Xwedê re dike neyar.
5
An jî bi we Nivîsa Pîroz, bi berhewayî dibêje? Ma ruhê ku di hundirê me de disekine, di dereca çavnebartiyê de dixwaze?
6
Lê belê xêra hîn jî mezin dide. Bo vê yekê ew dibêje: Xwedê li dijî qureyan e, lê belê xêrê ji dilnizman re dike.
7
Niha, bengî Xwedê bibin! Lê belê li dijî Îblîs bisekinin, dê ew ê jî ji we bireve.
8
Nêzîkî Xwedê bibin û ew ê nêzîkî we bibe! Ya gunehkarno, destên xwe paqij bikin û ya bêqirarno, dilê xwe pak bikin!
9
Bi keserê kevin û bi şîngirtinê bigirîn; bila kenê we vegere şînê û dilxweşiya we jî vegere keserê!
10
Li berya Xudan xwe nizm bikin, dê ew ê we bilind bike.
11
Birayên min, zema hev û din mekin! Kesê zema birayê xwe bike, an jî birayê xwe daraz bike, dibe mîna zagonê zem bike û zagonê daraz bike; lê belê ger tu zagonê daraz bikî, tuyê nebe şuxulkerê zagonê, lê belê tuyê bibî darazkirê wê.
12
Yê ku zagonê daniye û darazkir e, yek e; yê ku şiyandarê xelaskirinê û helaq kirinê ye, ew e; lê belê tu, yê ku cîranê xwe daraz dike, ma tu dibe kî?
13
Niha guhdarî bikin, hûn yên dibêjin: Îroj an jî sibê em ê biçin filan bajarî û em ê salekî li wir bimînin û danûstendinê bikin û qezencê bikin;
14
hûn ku, nizanin dê sibê çi bibe. Ma jiyana we çî ye ku? Hûn mîna hilma di demekî kurt de xuya dibe, dawiyê winda dibe ne.
15
Divê dêvla vêya hûn bibêjin: Ger Xudan bixwaze û em bijîn, em ê vana û vana çêkin.
16
Lê belê, niha hûn bi zimandirêjiya xwe ve pesnên xwe didin! Hemû pesnahiyên ûsa xerab in.
17
Niha, kesê ku tiştên qenc yê hewceye bê çêkirin bizanibe û çê neke, ji bo wî guneh e.
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 5 →
All chapters:
1
2
3
4
5