bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
John 14
John 14
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 13
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 15 →
1
Bira dilê we neqilqile. Bawerîya xwe Xwedê bînin û bawerîya xwe Min jî bînin.
2
Mala Bavê Minda gelek cîyêd mayînê hene, Ez niha diçim werʼa cî hazir kim. Heger usa nîbûya, Min werʼa nedigot?
3
Gava Ez herʼim û werʼa cî hazir kim, Ezê dîsa bêm û we bibime cem Xwe, wekî Ez li kʼu bim, hûn jî li wê derê bin.
4
Hûn rʼîya wî cîyê ku Ez diçimê zanin».
5
Tʼûma jêrʼa got: «Xudan, em nizanin Tu kʼuda diçî, emê çawa rʼê bizanibin?»
6
Îsa wîrʼa got: «Ez im, rʼê, rʼastî û jîyîn. Tʼenê pê Min yek dikare bê cem Bavê.
7
Heger we Ez nas kirime, hûnê Bavê Min jî nas bikin. Awa ji vir şûnda hûn Wî nas dikin û we Ew dîtîye».
8
Fîlîpo jêrʼa got: «Xudan, kʼa Bavê nîşanî me ke, besî me ye!»
9
Îsa jêrʼa got: «Fîlîpo! Haqas wext Ez tʼevî we me û hê tu Min nas nakî? Yê ku Ez dîtime, Bav dîtîye. Tu çawa dibêjî: ‹Bavê nîşanî me ke›?
10
Tu bawer nakî ku Ez nava Bavêda me û Bav nava Minda ye? Ev xeberêd ku Ez werʼa dibêjim, ne ku xweserîxwe dibêjim, lê ew Bavê ku nava Minda dimîne, Ew e ku ya Xwe dike.
11
Min bawer bikin, ku Ez nava Bavêda me û Bav jî nava Minda ye. Lê heger na, hema pê van kirêd Min bawer bikin.
12
Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ewê ku bawerîya xwe Min bîne, ew kirêd ku Ez dikim, ewê xwexa jî bike. Û ji van kira mestir jî wê bike, çimkî Ez diçime cem Bavê Xwe.
13
Pê navê Min hûn çi bixwazin, Ezê bikim, wekî Bav pê Kurʼ bê rʼûmetkirinê.
14
Heger hûn pê navê Min tiştekî bixwazin Ezê bikim.
15
Heger hûn Min hʼiz dikin, hûnê tʼemîyêd Min xwey kin.
16
Ezê jî ji Bavê hîvî kim û Ewê Piştovanekî din bide we, wekî hʼeta-hʼetayê tʼevî we bimîne.
17
Ew e ew Rʼuhʼê ku rʼastîyê eʼlam dike û dinya nikare Wî qebûl ke, çimkî ne Wî dibîne û ne jî Wî nas dike. Lê hûn Wî nas dikin, çimkî Ew tʼevî we dimîne û wê nava weda be.
18
Ez we sêwî nahêlim, Ezê dîsa ser weda bêm.
19
Hinekî şûnda îdî dinyayê Min nebîne, lê hûnê Min bibînin. Çimkî Ez dijîm, hûnê jî bijîn.
20
Wê rʼojê hûnê bizanibin ku Ez nava Bavê Xweda me, hûn nava Minda ne û Ez jî nava weda me.
21
Ewê ku tʼemîyêd Min qebûl dike û wan xwey dike, ew e yê ku Min hʼiz dike. Û ewê ku Min hʼiz dike, ewê ji alîyê Bavê Minda bê hʼizkirinê. Ezê jî wî hʼiz bikim û Xwe wîva eʼyan kim».
22
Cihûda, ne yê Îsxeryotî gote Wî: «Xudan, ewê çawa be, ku Tê Xwe meva eʼyan kî, lê dinyayêva na?»
23
Îsa lê vegerʼand û gotê: «Her kesê ku Min hʼiz bike, wê gotina Min xwey ke, Bavê Minê jî wî hʼiz bike û Emê bêne cem wî, tʼevî wî bimînin.
24
Ewê ku Min hʼiz nake, ew gotinêd Min xwey nake. Evê gotina ku hûn dibihên ne ya Min e, lê ya Bavê Min e, ku Ez şandime.
25
Hela hê ku Ez li cem we me, Min ev yekana werʼa gotin.
26
Lê Piştovan, awa gotî Rʼuhʼê Pîroz, ku Bav wê bi navê Min bişîne, Ewê we hînî hʼemû tiştî ke û her tiştêd ku Min werʼa gotine, wê bîne bîra we.
27
Ez eʼdilayîyê werʼa dihêlim, wê eʼdilayîya Xwe didime we. Ez usa nadim çawa ku dinya dide we. Bira dilê we neqilqile û netirsin!
28
We bihîst ku Min werʼa got: ‹Ezê herʼim, lê dîsa ser weda bêm!› Heger we Ez hʼiz bikirama, hûnê şa bibûna ku Ez diçime cem Bavê, çimkî Bav ser Minrʼa ye.
29
Û niha ev yekana Min berî qewimandinê werʼa gotin, wekî gava ew yek biqewimin, hûn bawer bikin.
30
Îdî Ezê tʼevî we gelekî xeber nedim, çimkî va ye serwêrê vê dinyayê tê. Hʼukumê wî qet ser Min tʼune,
31
lê bira dinya bizanibe wekî Ez Bavê hʼiz dikim û Bavê çawa tʼemî li Min kirîye Ez usa dikim. Rʼabin, em ji vir herʼin.
← Chapter 13
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 15 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21