bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
John 17
John 17
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 16
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 18 →
1
Çaxê Îsa ev yekana gotin, berê Xwe eʼzmênda kir û got: «Bavo, wext pêrʼa gihîştîye. Kurʼê Xwe rʼûmet ke, wekî Kurʼ jî Te rʼûmet ke.
2
Te hʼukumê li ser tʼemamîya merivayê da Wî, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê bide hʼemûyêd ku Te dane Wî.
3
Ev e jîyîna hʼeta-hʼetayê, wekî ew Te nas kin, çawa Xwedêyê rʼastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku Te şandîye.
4
Min Tu li ser rʼûyê eʼrdê rʼûmet kirî, ew şixulê Te dabû Min ku Ez bikim Min anî sêrî.
5
Bavo, bi wê rʼûmeta Mine ku hê berî eʼfirandina dinyayê li cem Te hebû niha Min rʼûmet ke li ber Xwe.
6
Min Tu wan merivava eʼyan kirî, yêd ku Te ji dinyayê dane Min. Ew yêd Te bûn, Te ew dane Min û wana gotina Te xwey kir.
7
Niha ew îdî zanin her tiştêd ku Te dane Min ew ji Te ne.
8
Ew xeberêd ku Te dane Min, Min jî dane wan û wana ew qebûl kir, ewê rʼastîyê pê hʼesîyan, ku Ez ji Te hatime û bawer kirin ku Te Ez şandime.
9
Ez bona wan hîvî dikim. Ne ku bona dinyayê hîvî dikim, lê bona yêd ku Te dane Min, çimkî ew yêd Te ne.
10
Çi ku yêd Min in, ew yêd Te ne, çi ku yêd Te ne, ew yêd Min in. Û Ez bi wan rʼûmetkirî me.
11
Niha Ez tême cem Te, Ez îdî ne dinyayêda me, lê ewana dinyayêda ne. Ya Bavê Pîroz! Pê wî navê Xweyî ku Te daye Min van xwey ke, wekî bibin yek, çawa Ez û Tu yek in.
12
Gava Ez tʼevî wan bûm, Min ew pê navê Te xwey dikirin, pê wî navê ku Te daye Min, Min xweyîtî li wan kir. Ji wana tʼu kes unda nebû, pêştirî yê mirinêrʼa dayî, wekî nivîsar bê sêrî.
13
Lê niha Ez tême cem Te û van yeka dinyayêda dibêjim, wekî şabûna Min dilê wanda tʼemam be.
14
Min xebera Te gîhande wan û dinya jenîya wan, çimkî ew ne ji dinyayê ne, çawa ku Ez ne ji dinyayê me.
15
Ez hîvî nakim ku Tu wana ji dinyayê hildî, lê wekî Tu wan ji yê Xirab xwey kî.
16
Ew ne ji dinyayê ne, çawa ku Ez ne ji dinyayê me.
17
Wan bi rʼastîya Xwe buhurtî-jibare ke. Xebera Te rʼastî ye.
18
Çawa ku Te Ez şandime dinyayê, Min jî ew şandine dinyayê.
19
Bona wan Ez Xwe buhurtî-jibare dikim, wekî ew jî bi rʼastîyê buhurtî-jibare bin.
20
Ez ne tʼenê bona wan hîvî dikim, lê bona wan jî, yêd ku bi gotina wan wê bawerîya xwe Min bînin,
21
wekî hʼemû jî bibine yek. Bavo, çawa Tu nava Minda yî û Ez nava Teda me, usa jî bira ew nava Meda bin, bi vî awayî dinyayê bawer bike, ku Te Ez şandime.
22
Ew rʼûmeta ku Te da Min, Min da wan, wekî ew bibin yek, çawa Ez û Tu yek in:
23
Ez nava wanda, Tu jî nava Minda, wekî ew tʼifaqêda lap gihîştî bin û dinya bizanibe ku Te Ez şandim û usa wan hʼiz dikî, çawa Min hʼiz dikî.
24
Ya Bavo, Ez dixwazim wekî yêd ku Te dane Min, Ez li kʼu bim, ew jî tʼevî Min bin, wekî ew rʼûmeta ku Te daye Min bibînin, çimkî hê berî eʼfirandina dinyayê Te Ez hʼiz kirime.
25
Ya Bavê rʼast! Dinya Te nas nake, lê Ez Te nas dikim û evana jî zanin wekî Te Ez şandime.
26
Min Tu wanva dayî eʼyankirinê û Ezê hê bidime eʼyankirinê, wekî ew hʼizkirina ku Te Ez pê hʼiz kirime nava wanda be û Ez jî nava wanda bim».
← Chapter 16
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 18 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21