bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
John 2
John 2
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 3 →
1
Du rʼoja şûnda bajarê Qanaya Celîlêda deʼwatek hebû. Dîya Îsa jî li wê derê bû,
2
Îsa û şagirtêd Wî jî bona deʼwatê hatibûne tʼeglîfkirinê.
3
Gava kêmasî kʼete şeravê, dîya Îsa jêrʼa got: «Şerava wan nema».
4
Îsa lê vegerʼand û gotê: «Eʼvdê, çî te Min kʼetîye? Hê ne wextê Min e».
5
Dîya Wî berdestîyarʼa got: «Çi ku werʼa bêje, bikin».
6
Û şeş kʼûpêd kevirî hebûn, ku li gora eʼdetêd cihûya bona şûştin-veşûştina wana li wir danîbûn. Ji wana her yekî ji hʼeyştê hʼeta sed bîst lîtir av hildida.
7
Îsa wanrʼa got: «Van kʼûpa tʼijî av kin». Û wana jî lêvarʼa dagirt.
8
Paşê wanarʼa got: «Niha hinekî dagirin, bibin bidine serdeʼwatî». Ewana jî ew bir.
9
Gava serdeʼwatî ji wê ava ku bibû şerav teʼm kir, wî tê dernexist ku ew ji kʼu hat, lê berdestîyêd ku av kʼişandibûn zanibûn. Serdeʼwatî gazî zeʼvê kir
10
û jêrʼa got: «Her kes pêşîyê şerava xweye rʼind datîne ser tʼexte û paşê gava vexwarî ne, ew ya nerʼind derdixe. Lê te şerava rʼind hʼeta niha xwey kirîye».
11
Eva nîşana Îsaye pêşin bû, ku Wî Qanaya Celîlêda kir. Bi vî awayî Ewî rʼûmeta Xwe da xuyakirinê û şagirtêd Wî bawerîya xwe Wî anîn.
12
Pey vê yekêrʼa, Îsa tʼevî dîya Xwe, birêd Xwe û şagirtêd Xwe çû Kefernahûmê, lê gelek rʼoja Ew li wê derê neman.
13
Cejina cihûyaye Derbazbûnê nêzîk bû, Îsa hevraz çû Orşelîmê.
14
Pʼaristgehêda Ewî yêd ku dewar, pez û kevotk difirotin, usa jî yêd pʼereguhêrʼ rʼûniştî dîtin.
15
De îjar Wî ji bena qamçîk çêkir, hʼemû ji pʼaristgehê pez û dewarêd wanva derxistin, pʼerêd pʼereguhêrʼa rʼêtin û tʼextêd wan welgerʼandin.
16
Kevotkfiroşarʼa got: «Vana ji vê derê hildin! Îdî mala Bavê Min nekine bazargeh!»
17
Hate bîra şagirtêd Wî ku aha hatîye nivîsarê: «Xîreta hindava mala Teda agir Min dixe».
18
Hingê cihûya jê pirsî: «Tê çi nîşanê nîşanî me kî, ku hʼukumê Te heye van tişta bikî?»
19
Îsa li wan vegerʼand û got: «Vê pʼaristgehê hilşînin, Ezê nava sê rʼojada rʼakim».
20
Hingê cihûya jêrʼa got: «Nava çil şeş salada eva pʼaristgeha hatîye çêkirinê. Çawa Tê wê nava sê rʼojada rʼakî?»
21
Lê Îsa derheqa pʼaristgeha bedena Xweda xeber dida.
22
Peyrʼa gava Ew ji mirinê rʼabû, şagirta ew gotina Wî anî bîra xwe û wana ew nivîsar û gotina Îsa bawer kirin.
23
Awa gava ku Îsa Cejina Derbazbûnêda li Orşelîmê bû, geleka ew nîşanêd ku Wî dikirin dîtin, bawerîya xwe navê Wî anîn.
24
Lê Îsa bawerîya Xwe li wan nedanî, çimkî dilê hʼemû meriva Wîva eʼyan bû.
25
Ne hʼewce bû, ku yekî hindava merivekîda şeʼdetî bida, çimkî Wî dilê meriva zanibû.
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 3 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21