bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
John 21
John 21
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 20
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
1
Pey vê yekêrʼa Îsa dîsa Xwe li devê gola Teberîyayê nîşanî şagirtêd Xwe kir. Ew bi vî awayî qewimî:
2
Şimhʼûn-Petrûs, Tʼûmayê ku jêrʼa digotin «Heval-cêwî», Natanyêlê ji Qanaya Celîlê, kurʼêd Zebedî û du şagirtêd Îsaye din hevrʼa bûn.
3
Şimhʼûn-Petrûs wanrʼa got: «Ez diçim ku meʼsîya bigirim». Wana wîrʼa got: «Em jî tʼevî te tên». Hingê ew rʼabûn çûn kʼetine qeyikekê, lê wê şevê tʼu tişt negirtin.
4
Sibeh safî bû, Îsa li devê golê sekinî, lê şagirta nizanibû ku Ew Îsa ye.
5
Hingê Îsa gote wan: «Lawikno! We tişt negirtîye?» Wana lê vegerʼand û gotinê: «Na».
6
Ewî gote wan: «Tʼorʼê bavêjine alîyê qeyikêyî rʼastê hûnê bigirin». Wana jî tʼorʼ avîtê û ji dest gelekbûna meʼsîya nikaribûn ku tʼorʼ bikʼişandana.
7
Hingê wî şagirtê ku Îsa jê hʼiz dikir Petrûsrʼa got: «Ew Xudan e!» Gava Şimhʼûn-Petrûs bihîst ku ew Xudan e, kʼinca xwe avîte ser xwe, çimkî ew teʼzî bû û xwe avîte golê.
8
Lê şagirtêd mayîn tʼorʼ meʼsîyava kʼişandin û pê qeyikê gihîştine bejê, çimkî ew ne dûr bûn, lê qasî sed mêtirî dûrî bejê bûn.
9
Gava ew derkʼetine bejê, wir agirê ji kʼomirê vêxistî dîtin, meʼsî li ser û nan jî li ber.
10
Îsa wanrʼa got: «Hinek ji wan meʼsîyêd ku we hêja girtine bînin».
11
Şimhʼûn-Petrûs jî kʼete qeyikê û tʼorʼ kʼişande bejê, ya ku sed pêncî sê meʼsîyêd gir têda bûn. Haqas gelek bûn jî, lê dîsa tʼorʼ neqelişî.
12
Îsa wanrʼa got: «Werin teʼştê bixwin». Ji şagirta tʼu kesî jî turuş nekir ku jê bipirsîya: «Tu kʼî yî?» Çimkî wana zanibû ku Ew Xudan e.
13
Hingê Îsa nêzîk bû, ew nan hilda da wan û usa jî meʼsî.
14
Eva îdî cara sisîya bû ku Îsa pey mirin-rʼabûna Xwerʼa şagirtêd Xweva xuya bû.
15
Gava wan teʼştê xwar, Îsa ji Şimhʼûn-Petrûs pirsî: «Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, tu Min gelekî hʼiz dikî, yan ew Min gelekî hʼiz dikin? » Petrûs jêrʼa got: «Belê Xudan, Tu zanî ku ez Te hʼiz dikim». Îsa wîrʼa got: «Berxêd Min biçʼêrîne».
16
Îsa cara duda wîrʼa got: «Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, tu Min hʼiz dikî?» Ewî got: «Belê Xudan, Tu zanî ez Te hʼiz dikim». Îsa jêrʼa got: «Şivantîyê pezêd Min bike».
17
Îsa cara sisêya ji Petrûs pirsî: «Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, tu Min hʼiz dikî?» Hingê dilê Petrûs êşîya ku Wî sê cara wîrʼa got: «Tu Min hʼiz dikî?» û got: «Xudan, Tu her tiştî zanî, Tu zanî ku ez Te hʼiz dikim». Îsa wîrʼa got: «Pezêd Min biçʼêrîne.
18
Ez rʼast bê xêlif terʼa dibêjim, gava ku tu xort bûyî, te xwexa qayîşa xwe girêdida û kʼuda te dixwest diçûyî. Lê gava ku tu kal bî, tê destêd xwe bilind kî û yekî dinê pişta te girêde û te bibe wî cîyê ku tu naxwazî herʼêyî».
19
Wî ev yek got, da eʼyankirinê ku ewê bi çi cûrʼe mirinê rʼûmetê bide Xwedê. Pey vê yekêrʼa Wî Petrûsrʼa got: «Pey Min were».
20
Petrûs pişt xweva zivirʼî, dît ew şagirtê ku Îsa jê hʼiz dike pey wan tê. Eva ew şagirt bû, yê ku şîva êvarêda xwe avîtibû hʼemêza Îsa û gotibû: «Xudan ew kʼî ye, ku wê nemamîya Te bike?»
21
Petrûs gava ew dît, ji Îsa pirsî: «Xudan, lê îjar evê çawa be?»
22
Îsa wîrʼa got: «Heger Ez bixwazim ku ew bimîne hʼeta Ez bêm, çî terʼa ye? Tu pey Min were!»
23
Eva gotina nava xûşk-birada bela bû, yanê ew şagirtê nemire. Lê belê Îsa bona wî negotibû, ku ew namire, lê gotibû: «Heger Ez bixwazim ku ew bimîne hʼeta Ez bêm, çî terʼa ye?»
24
Eva ew şagirt e, yê ku bona van yeka şeʼdetîyê dide, usa jî ev yek nivîsîn. Em zanin ku şeʼdetîya wî rʼast e.
25
Hê gelek kirêd din jî hene, yêd ku Îsa kirine. Heger ew bi hûr-gilî bihatana nivîsarê, bi tʼexmîna min, ew kʼitêbêd nivîsar wê dinyayêda cî nebûna.
← Chapter 20
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21