bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
John 20
John 20
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 19
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 21 →
1
Rʼoja yekşemê, qereberbanga sibehê zû, Meryema Mejdelanî çû ser tʼirbê. Dîna xwe dayê, wê kevir ji ber derê tʼirbê wêda kirî ye.
2
Destxweda rʼevî çû cem Şimhʼûn-Petrûs û wî şagirtê din, yê ku Îsa jê hʼiz dikir û wanrʼa got: «Xudan ji tʼirbê derxistine û em nizanin ku Ew danîne kʼu derê!»
3
Hema hingê Petrûs û şagirtê din derkʼetine derva û berbi tʼirbê çûn.
4
Her du jî hevrʼa dirʼevîyan, lê şagirtê din ji Petrûs zûtir dirʼevîya û ew pêşîya wî gihîşte ser tʼirbê.
5
Wî xwe qûz kir û dîna xwe dayê, wê kʼefen li wir e, lê xwexa nekʼete hindurʼ.
6
Hingê Şimhʼûn-Petrûs ku pey wî dihat gihîştê, kʼete hindurʼê tʼirbê, dîna xwe dayê, wê kʼefen li wir e
7
û destmala sêrî ne tʼevî kʼefen bû, lê qatkirî alîkî danî bû.
8
Paşê şagirtê din jî kʼete hindurʼ, yê ku pêşîyê gihîştibû ser tʼirbê. Ewî dît û bawer kir.
9
Wan hê nivîsar feʼm nekiribû, ku gerekê Îsa ji mirinê rʼabûya.
10
Pey vê yekêrʼa şagirt vegerʼîyane cîyêd xwe.
11
Lê Meryem ji tʼirbê der sekinîbû û digirîya. Wê bi girî xwe qûz kir û li hindurʼê tʼirbê nihêrʼî,
12
hingê dîna xwe dayê, wê du milyakʼetêd kʼincsipî, li wî cîyê ku cinyazê Îsa lê danîbû rʼûniştine, yek berserîyê û yê din binpʼîyê.
13
Milyakʼeta wêrʼa got: «Eʼvdê! Tu çima digirîyî?» Meryemê got: «Xudanê min hildane û ez nizanim Ew danîne kʼu derê».
14
Gava ewê ev yek got, li pişt xweva vegerʼîya û dît ku Îsa li wê derê sekinîye, lê wê nizanibû ku ew Îsa ye.
15
Îsa gote wê: «Eʼvdê, tu çima digirîyî? Tu li kʼê digerʼî?» Meryemê tʼirê qey ew rʼezvan e, ewê gotê: «Ez xulam, heger te Ew hildaye, minrʼa bêje te Ew danîye kʼu derê, wekî ez Wî ji wê derê hildim».
16
Îsa gotê: «Meryem!» Meryemê berê xwe da Wî û bi îbranî gotê: «Rʼabbonî!» ku tê feʼmkirinê: «Dersdar».
17
Îsa gote wê: «Min negire, çimkî Ez hê rʼanebûme cem Bavê. Lê herʼe cem birêd Min û wanrʼa bêje. ‹Ezê rʼabime cem Bavê Xwe û cem Bavê we, cem Xwedêyê Xwe û cem Xwedêyê we›».
18
Meryema Mejdelanî çû cem şagirta û wanrʼa got: «Min Xudan dît» û tiştêd ku Îsa wêrʼa gotibû wanrʼa gilî kir.
19
Xût wê êvarê, rʼoja yekşemê, gava şagirt civîyayî bûn, ji tirsa cihûya jî derî li ser wan dadayî bûn, hingê Îsa hat nava wanda sekinî û wanrʼa got: «Eʼdilayî werʼa».
20
Ev tişt got, dest û nekʼsa Xwe nîşanî wan kirin. Hingê şagirt gelekî şa bûn, gava ku Xudan dîtin.
21
Paşê Îsa dîsa wanrʼa got: «Eʼdilayî werʼa. Çawa ku Bavê Ez şandim, usa jî Ez we dişînim».
22
Ev yek ku got, pʼifî ser wan kir û wanrʼa got: «Hanê Rʼuhʼê Pîroz bistînin.
23
Hûn gunêd kʼê bibaxşînin, ewê bêne baxşandinê, gunêd kʼê nebaxşînin, ewê neyne baxşandinê».
24
Tʼûmayê yekî ji her donzdeha, ku jêrʼa «Heval-cêwî» digotin, ne tʼevî wan bû gava ku Îsa hat.
25
Hingê şagirtêd mayîn wîrʼa gotin: «Me Xudan dît». Ewî wanrʼa got: «Hʼeta ku ez dewsa mixa destêd Wîda nebînim, tʼilîya xwe nedime ser dewsa mixa û destê xwe jî nekime nekʼsa Wî, ez tʼu car bawer nakim».
26
Pey hʼeyşt rʼojarʼa, şagirtêd Îsa dîsa malda bûn û Tʼûma jî tʼevî wan bû. Derî dadayî bûn, lê Îsa hat, nava wanda sekinî û got: «Eʼdilayî werʼa».
27
Paşê Tʼûmarʼa got: «Tʼilîya xwe bîne vir û destêd Min binihêrʼe, destê xwe jî bîne û bike nekʼsa Min. Nebawerîyê neke, lê bawer bike!»
28
Tʼûma lê vegerʼand û gotê: «Xudanê min û Xwedêyê min!»
29
Îsa gote wî: «Te Ez dîtim lema bawer kir? Xwezî li wan, yêd ku nedîtine, lê bawer dikin!»
30
Îsa li ber şagirtêd Xwe hê gelek nîşanêd din jî kirin, ku vê kʼitêbêda nehatine nivîsarê.
31
Lê belê ev hatine nivîsarê, wekî hûn bawer bikin, ku Îsa ye Mesîh, Kurʼê Xwedê û bi vê bawerîya pê navê Wî jîyîna we hebe.
← Chapter 19
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 21 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21