bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Revelation 16
Revelation 16
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 15
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 17 →
1
Hingê min dengekî bilind ji pʼaristgehê bihîst ku gote her hʼeft milyakʼeta: «Herʼin, her hʼeft tʼasêd xezeba Xwedê birʼêjine ser eʼrdê».
2
Milyakʼetê pêşin çû tʼasa xwe rʼête ser eʼrdê, pʼizikêd pʼîse xirab li ser wan meriva derkʼetin, yêd ku nîşana ceʼnewir li ser wan bû û serê xwe li ber hʼeykelê wî danîbûn.
3
Yê duda tʼasa xwe rʼête ser beʼrê, beʼr bû mîna xûna mirîya û hʼemû hʼeywanêd beʼrêda qirʼ bûn.
4
Yê sisîya tʼasa xwe rʼête ser çʼema û avêd kanîya, ew bûne xûn.
5
Wî çaxî min dengê milyakʼetê ava bihîst ku got: «Tu ser rʼastîyê yî, Yê heyî, Yê hebûyî û Yê pîroz î, ku Te dîwanêd bi vî awayî kirin.
6
Çimkî wan xûna cimeʼta Xwedê û pʼêxembera rʼêt û Te xûn li wan da vexwarinê. Rʼast ew xurê vê yekê ne».
7
Hingê min dengê gorîgehê bihîst, ku aha got: «Belê, ya Xudan Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê, dîwanêd Te rʼast û heq in».
8
Milyakʼetê çara tʼasa xwe rʼête ser rʼoyê û wêrʼa hate dayînê, ku merivayê bi êgir biqelîne.
9
Hingê meriv ji dest şewata germayîyê hatine qelandinê û kʼifirî navê Xwedê kirin, ku hʼukumê Wî li ser van bela heye. Lê ew ji kirêd xweye xirab venegerʼîyan, wekî şikirî bidana Wî.
10
Milyakʼetê pênca tʼasa xwe rʼête ser tʼextê ceʼnewir û teʼrîstanî hate ser pʼadşatîya wî, ji êşê meriva zimanê xwe digestin
11
û ji dest êşa û pʼizika kʼifirî li Xwedêyê eʼzmên kirin, lê ji kirêd xweye xirab venegerʼîyan.
12
Milyakʼetê şeşa tʼasa xwe rʼête ser çʼemê Firatêyî mezin, ava çʼêm çʼikîya, wekî rʼê bona pʼadşêd rʼohilatê bê hazirkirinê.
13
Hingê min dîna xwe dayê, va sê rʼuhʼêd hʼerame mîna beqa, ji devê wî zîyayî, ji devê ceʼnewir û ji devê pʼêxemberê derew derdikʼetin.
14
Evana ew rʼuhʼêd cina bûn, yêd ku nîşanêd eʼcêb dikin. Ew diçine cem hʼemû pʼadşêd dinyayê, wekî wan bicivînin, bona şerʼê wê Rʼoja Mezine Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê.
15
«Va ye Ezê mîna diza bêm! Xwezî li wî, yê ku hʼişyar dimîne û kʼincêd xwe xwey dike, wekî teʼzî negerʼe û eʼyba wî xuya nebe!»
16
Hingê wan rʼuhʼa ew pʼadşa civandine wî cîyî ku bi îbranî jêrʼa «Harmegedon» tê gotinê.
17
Milyakʼetê hʼefta tʼasa xwe rʼête ser hewê û ji tʼextê pʼaristgehê dengekî bilind derkʼet û got: «Hate sêrî!»
18
Hingê birûskê lê da, bû gurʼînîya dengê eʼwra û eʼrd usa qayîm hʼejîya, ku ji wê rʼoja însan dinê kʼetîye hʼeta niha eʼrd aha nehʼejîyaye. Eʼrdhʼej haqas qayîm bû!
19
Bajarê mezin bû sê pʼara û bajarêd mileta wêran bûn. Babîlona mezin hate bîra Xwedê, wekî wê kʼasa xweye şerava xezeba giranva bide wê.
20
Hʼemû girav betavebûn û çʼîya îdî nehatine xuyanê.
21
Ji eʼzmên teyroka gire weke pêncî kîlogramê ser merivada barî. Meriva ji dest lêdana teyrokê kʼifirî li Xwedê kirin, çimkî eva bela gelekî giran bû.
← Chapter 15
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 17 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22