bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Revelation 7
Revelation 7
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 6
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 8 →
1
Pey vê yekêrʼa min dîna xwe dayê, wê çar milyakʼet li her çar qulbêd dinyayê sekinî ne û bayêd her çar qulbêd dinyayê hʼişk girtine, wekî li eʼrdê, beʼrê û tʼu darê nexin.
2
Hingê min milyakʼetekî din jî dît ku ji rʼohilatê dihat û mora wîye ji Xwedêyê Sax hebû. Ewî bi dengekî bilind li wan her çar milyakʼeta kire gazî, yêd ku wanrʼa hatibû dayînê, ku zirarê bidine eʼrdê û beʼrê, wanrʼa got:
3
«Zirarê nedine eʼrdê, beʼrê û dara, hʼeta ku em morê li eʼnîya xulamêd Xwedêyê xwe nexin».
4
Hingê rʼeqema yêd ku hatibûne morkirinê min bihîst: Ji hʼemû qebîlêd zarʼêd Îsraêl sed çil çar hʼezar hatibûne morkirinê.
5
Ji qebîla Cihûda donzdeh hʼezar, ji qebîla Rʼûbên donzdeh hʼezar, ji qebîla Gad donzdeh hʼezar,
6
ji qebîla Aşêr donzdeh hʼezar, ji qebîla Neftelî donzdeh hʼezar, ji qebîla Minaşe donzdeh hʼezar,
7
ji qebîla Şimhʼûn donzdeh hʼezar, ji qebîla Lêwî donzdeh hʼezar, ji qebîla Îsaxar donzdeh hʼezar,
8
ji qebîla Zebûlon donzdeh hʼezar, ji qebîla Ûsiv donzdeh hʼezar û ji qebîla Binyamîn donzdeh hʼezar hatibûne morkirinê.
9
Pey vê yekêrʼa min dîna xwe dayê, va eʼlaleteke usa mezin, ku tʼu kesî nikaribû bijimarta ji her miletî, ji her berekê, ji her cimeʼtê û ji her zimanî li ber tʼext û wî Berxî sekinî bûn. Çuxêd çîle-qerqaş li wan bûn û çʼiqilêd xurma jî destêd wanda bûn,
10
bi dengekî bilind dikirine gazî digotin: «Xilazbûn ji destê Xwedêyê me ye, Yê ku li ser tʼext rʼûniştî ye û ji destê wî Berxî ye».
11
Hingê ew hʼemû milyakʼetêd ku li dora tʼext, rʼûspîya û wan her çar rʼuhʼbera girtibûn, ber tʼext deverʼûya çûne eʼrdê, serê xwe ber Xwedê danîn
12
û gotin: «Amîn! Pesin, rʼûmet, serwaxtî, şikirî, hurmet, qewat û zorayî bira hʼeta-hʼetayê Xwedêyê merʼa be. Amîn!»
13
Hingê ji wan rʼûspîya yekî minrʼa got: «Evêd ku çuxêd çîle-qerqaş wergirtî ne, ew kʼî ne û ji kʼu derê hatine?»
14
Min wîrʼa got: «Ez xulam, ez nizanim, tu zanî». Hingê ewî minrʼa got: «Evana ew in, yêd ku ji wê tengasîya mezin hatine, çuxêd xwe pê xûna wî Berxî şûştine, çîl-qerqaş kirine.
15
Lema ewe li ber tʼextê Xwedê ne, pʼaristgeha Wîda şev û rʼoj Wî dihʼebînin. Yê li ser tʼext rʼûniştî, wê konê Xwe li ser wan vegire.
16
Ewê îdî ne tʼî bin, ne birʼçî bin û ne jî teʼv û germayîyê li wan xe.
17
Çimkî ew Berxê ku goveka tʼextda ye, wê şivantîyê li wan bike, wan bibe ser kanîyêd ava jîyînê. Û Xwedê jî wê hʼemû hêsirêd çʼeʼvêd wan paqij ke».
← Chapter 6
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 8 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22