bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Revelation 8
Revelation 8
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 7
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 9 →
1
Çaxê Ewî mora hʼefta vekir, eʼzmênda weke nîv sihʼetî her tişt seqirʼî.
2
Hingê min ew her hʼeft milyakʼetêd ku li ber Xwedê sekinîbûn dîtin, wanrʼa hʼeft borʼî hatine dayînê.
3
Milyakʼetekî din bixûrdanga zêrʼîn dêstda hat, li ber gorîgeha zêrʼîn sekinî. Wîrʼa gelek bixûr hate dayînê, wekî bi tʼevî duayêd cimeʼta Xwedê dayne ser gorîgeha zêrʼîne li ber tʼextê Xwedê.
4
Dûyê wê bixûrê tʼevî duayêd cimeʼta Xwedê ji destê wî milyakʼetî berbi Xwedê bilind bû.
5
Paşê milyakʼet ew bixûrdang hilda, ji agirê gorîgehêva dagirt avîte ser eʼrdê. Bû gurʼînîya dengêd eʼwra birûskê birq veda û eʼrd hʼejîya.
6
Hingê wan her hʼeft milyakʼetêd ku hʼeft borʼîyêd wan hebûn kʼarê xwe kirin, ku li borʼîya xin.
7
Yê pêşin li borʼîyê xist, teyrok û agir xûnêva tʼevayî ser eʼrdêda barî. Û ji sê pʼara pʼareke eʼrdê şewitî, ji sê pʼara pʼareke dara şewitî û hʼemû gîhayê şîn şewitî.
8
Milyakʼetê duda li borʼîyê xist, tiştekî mezinî mîna çʼîyakî agir pêkʼetî hate avîtinê nava beʼrê. Û ji sê pʼara pʼareke beʼrê bû xûn,
9
ji sê pʼara pʼareke hʼeywanêd beʼrêda qirʼ bû û ji sê pʼara pʼareke gemîya wêran bû.
10
Milyakʼetê sisîya li borʼîyê xist û steyrkeke mezine mîna qendîla alav pêkʼetî ji eʼzmên kʼete ser pʼareke ji sê pʼarêd çʼema û avêd kanîya.
11
Navê wê steyrkê Zirîçʼk bû. Ji sê pʼara pʼareke ava bû zirîçʼk û ji wê avê gelek meriv mirin, çimkî ew av teʼl bû.
12
Milyakʼetê çara li borʼîyê xist, ji sê pʼara pʼareke rʼoyê, ji sê pʼara pʼareke hîvê û ji sê pʼara pʼareke steyrka derb standin, usa ku ji sê pʼara pʼareke wan qarîya û ji sê pʼara pʼareke rʼojê rʼonayî neda, usa jî ji sê pʼara pʼareke şevê.
13
Hingê min dîna xwe dayê, wê teyrekî sîmirʼ jor eʼzmênda difirʼî û min bihîst ku wî bi dengekî bilind got: «Wey, wey, wey li serê binelîyêd li rʼûbarî dinê, ku wê ber dengê wan borʼîyêd her sê milyakʼetêd mayîn kʼevin, yêd ku wê li borʼîya xin».
← Chapter 7
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 9 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22