bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Revelation 20
Revelation 20
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 19
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 21 →
1
Hingê min dîna xwe dayê, va milyakʼetek ji eʼzmên dihate xwarê, kʼilîta gelîyê hey-wayê û zincîreke mezin destê wîda bû.
2
Ewî ew zîya girt, awa gotî ew meʼrê berê, ku xwexa mîrêcin û şeytʼan e û hʼezar salî girêda.
3
Ewî ew avîte gelîyê hey-wayê, ser wî kʼilît kir û mor lêxist, wekî îdî mileta nexalifîne, hʼeta hʼezar sal tʼemam be. Pey wê yekêrʼa ew gerekê bona wextekî kin bê berʼdanê.
4
Hingê min kʼursî dîtin ku ew li ser wan rʼûniştin, kʼîjanarʼa hate dayînê, wekî dîwanê bikin. Usa jî min rʼuhʼêd wan dîtin, serê kʼîjana bona şeʼdetîya Îsa û bona xebera Xwedê hatibûne lêxistinê, kʼîjana serê xwe li ber ceʼnewir û hʼeykelê wî danenîbûn û ne jî nîşana wî hildabûne ser eʼnî yan destê xwe. Evana dîsa sax bûn û tʼevî Mesîh hʼezar salî pʼadşatî kirin.
5
(Lê ew mirîyêd mayîn sax nebûn, hʼeta hʼezar sal tʼemam bû.) Ev e rʼabûna mirîyaye pêşin.
6
Xwezilî û buhurtî-jibare ye, ewê ku pʼara wî tʼevî rʼabûna mirîyaye pêşin heye. Mirina duda li ser wan hʼukum nake, lê ewê bibine kʼahînêd Xwedê û Mesîh û wê tʼevî Wî hʼezar salî pʼadşatîyê bikin.
7
Gava hʼezar sal tʼemam be, mîrêcin wê ji zindana xwe bê berʼdanê,
8
ewê derkʼeve, wekî wan miletêd her çar qulbêd dinêda, awa gotî Gog û Magogê bixalifîne û wan bona şerʼ li cîkî bicivîne. Rʼeqema wan wê mîna qûma devê beʼrê be.
9
Evana wê tʼemamîya eʼrdê bela bin û dora wargehê ordîya cimeʼta Xwedê û bajarê hʼizkirî bigirin. Lê ji eʼzmên agirê bibare, wan hʼûfî xwe ke.
10
Ew mîrêcinê ku ew xalifandin, wê bê avîtinê nava gola agirê kʼirkʼûtê, wî cîyê ku ceʼnewir û pʼêxemberê derew têda ne. Li wir wê şev û rʼoj, hʼeta-hʼetayê biçerçirin.
11
Hingê min tʼextekî mezinî çîlî-qerqaş dît û Yek li ser rʼûniştibû. Eʼrd û eʼzman ji ber Wî betavebûn û dewsa wan kʼifş nebû.
12
Wê hingê min mirîyêd biçʼûk û mezin dîtin ku li ber tʼext sekinî bûn. Kʼitêb vebûn û kʼitêbeke din jî vebû, awa gotî kʼitêba jîyînê. Dîwana mirîya anegorî wan kirêd wane kʼitêbada nivîsar hate kirinê.
13
Beʼrê mirîyêd xwe dan, Mirinê û Dîyarê Mirîya jî mirîyêd xwe dan. Dîwana her merivekî ji wan anegorî kirinêd wan hate kirinê.
14
Hingê Mirin û Dîyarê Mirîya hatine avîtinê nava gola êgir. Ev gola êgir mirina duda ye.
15
Û navê kʼê vê kʼitêba jîyînêda nivîsar tʼunebû, ew hate avîtinê nava gola êgir.
← Chapter 19
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 21 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22