bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Revelation 5
Revelation 5
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 6 →
1
Hingê min destê Wîyî rʼastêda, Yê ku li ser tʼext rʼûniştibû, kʼitêbeke gulomatkkirî dît ku her du alîyava hatibû nivîsarê û bi hʼeft mora hatibû morkirinê.
2
Min dîna xwe dayê, wê milyakʼetekî qewat bi dengekî bilind digot: «Kʼî hêja ye ku morêd vê kʼitêbê jê rʼake û kʼitêbê veke?»
3
Lê tʼu kes tʼunebû, ne li eʼzmên, ne li ser eʼrdê û ne jî ji binê eʼrdê, ku bikaribûya eva kʼitêba vekira lê binihêrʼîya.
4
Ez jî kʼele-kʼel digirîyam, ku yekî hêja nehate dîtinê, wekî ew kʼitêba vekira lê binihêrʼîya.
5
Hingê ji rʼûspîya yekî minrʼa got: «Negirî! Va Şêrê ji qebîla Cihûda, tamara Dawid serkʼet û dikare her hʼeft morêd wê kʼitêbê jê rʼake û veke».
6
Hingê min dîna xwe dayê, wê goveka wî tʼextîda, kʼîjan her çar rʼuhʼber û rʼûspîya dorê girtibûn, Berxek sekinî bû, çawa ku serjêkirî be. Hʼeft stirûyêd Wî û hʼeft çʼeʼvêd Wî hebûn, Ew her hʼeft rʼuhʼêd Xwedê ne, ku li tʼemamîya dinyayê hatine şandinê.
7
Ew hat û kʼitêb ji destê Wîyî rʼastê, Yê ku li ser tʼext rʼûniştibû hilda.
8
Çaxê Wî ew hilda, ew her çar rʼuhʼber û her bîst çar rʼûspî li ber wî Berxî deverʼûya çûn. Destê her yekîda çeng û tʼasêd zêrʼîne tʼijî bixûr hebûn. Ew bixûr duayêd cimeʼta Xwedê ne.
9
Û stiraneke nû distiran digotin: «Tu hêja yî, ku wê kʼitêbê hildî û morêd wê jê rʼakî. Çimkî Tu hatî serjêkirinê û pê xûna xwe Te meriv ji her berekê, ji her zimanî, ji her cimeʼtê û ji her miletî kʼirʼîn bona Xwedê,
10
Te ew kirin pʼadşatîya kʼahîna bona xizmetkʼarîya Xwedê û ewê li ser dinyayê pʼadşatîyê bikin».
11
Hingê min dîna xwe dayê, min dengê gelek milyakʼeta bihîst ku dora tʼext, wan rʼuhʼbera û rʼûspîya girtibûn. Rʼeqema wan digihîşte bi hʼezara û mîlîyona.
12
Bi dengekî bilind distiran digotin: «Ew Berxê serjêkirî hêja ye ku qewatê, dewlemendtîyê, serwaxtîyê, karînê, hurmetê, rʼûmetê û pesinê bistîne».
13
Min bihîst ku her eʼfirînêd li eʼzmên, li ser eʼrdê, yêd bin eʼrdê, yêd beʼrêda û hʼemûyêd nava wanda, distiran: «Bira hʼeta-hʼetayê pesin, hurmet, rʼûmet û qudret li Yê ser tʼext rʼûniştî, usa jî li wî Berxî be!»
14
Û wan her çar rʼuhʼbera digotin: «Amîn!» û rʼûspî deverʼûya çûn, serê xwe ber Wî danîn.
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 6 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22