bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Ephesians 1
Ephesians 1
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 2 →
1
Ji Pawlosê ku bi viyana Xwedê bûye şagirtê Mesîh Îsa, ji pîrozên li Efesê ne re û ji yên di Mesîh Îsa de dilsoz in re:
2
Ji Bavê me Xwedê û Xudan Îsa Mesîh ve bila xêr û xweşî li we be!
3
Bila Xweda û Bavê Xudanê me Îsa Mesîh, ê ku me di Mesîh de bi her cûreyê bereketa ruhanî ve di cîhê ezmanî de bi berdar kirine, pîroz bibe.
4
Çawa ku li berya xwe, bona ku em di hezkirinê de pîroz û bêqisûr bin, wî berî ava kirina dinê em di wî de bijartin.
5
Bi xwestina xwe û li gor armanca xwe yî qenc, bi navgîniya Îsa Mesîh ve, bona ku em ji wî re bibin law, wî em ji berê ve kifş kirin.
6
Ûsa ku, bila pesnahiya xêra wî yî bilind di Lawê xwe yî xoşewîst de ji me re bexşandiye, bê dayîn.
7
Bi saya dewlemendiya xêra wî yî bi hemû zaniyarî û fêhmkariyê ve li ser me zêde kiriye,
8
em di wî de bi xwîna wî xwediyê xelasiyê, bexşandina gunehên xwe ne;
9
li gor riza xwe ya di wî de pêşniyar kiriye, raza daxwaziya xwe,
10
yanê, bona rêz kirina bitûmiya wextan, ji me re daxuyanî kir ku divê yên li ezman in û divê yên li erdê ne, hemû tiştan dê di Mesîh de bike yek;
11
li gor dîtina daxwaziya xwe, li gor pêşniyara di her tiştî de Afirkir e, wekî ji berê ve hatibe pêşkêşî kirin,
12
bona ku em, yên pêşiyê di Mesîh de hêvî kirine, bona pesnahiya bilindahiya wî bin, em di wî de beşdarvanên mêrasê hatin kirin;
13
hûn jî kelama rasteqîniyê, mizgîniya xelasiya we, wekî di wî de bihîstibin û baweriya xwe bi wî anîbin, bi Ruhê Pîroz yê wadê ve hatin mohr kirin;
14
bona xelasiya milkê wî, bona pesnahiya bilindahiya wî, pêşîneka mêrasa me ew e.
15
Bona vêya ez jî, cergî min baweriya we yî bi Xudan Îsa ve û hezkirina ku hûn ji hemû pîrozan re geş dikin bihîstiye,
16
bona we bê sekin şikiryê dikim û her tim we di duayên xwe de di bîr ve tînim;
17
da ku, Xwedayê Xudanê me Îsa Mesîh, Bavê Bilind, bila ji bona ku hûn wî nas bikin, ruhê zanyarî û peyxamê bide we;
18
da ku, wekî çavên dilên we ronî bibe, hûn hêviya bang kirina wî çî ye, dewlemendiya bilindahiya mêrasa wî yî di pîrozan de çî ye,
19
ji bo me, yên ku bawerî anîne, li gor pêkanîna hêza qudreta wî, bilindahiya qudreta wî, ya pirr mezin çî ye, fêhm bikin.
20
Vêya jî bi hêza ku dema wî Mesîh ji mirinê ve vejand û wî li aliyê xwe yî rastê da rûniştin di wî de pêşkêş kir, di eynî çalakiyê de ye
21
û wî gellekî derxist ser hemû rêvebirî û hikumranî, hêz û serweriyan, ser her navên ne tenê di vî çaxî de, lê belê di çaxên bê de jî dê bîranîna wan bêne kirin ve
22
û her tiştî li binya lingên wî raxist û bi wî ve girêdayî danî û wî, bona ku li ser hemû tiştên hene bike serî, da Dêrê;
23
ev jî, bedena wî ye, tijî bûna yê her tiştî ji her alî ve dadigre ye.
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 2 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6