bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Ephesians 5
Ephesians 5
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 6 →
1
Niha mîna zarokên xoşewîst, Xwedê mînak bigirin
2
û çawa ku Mesîh ji me hez kirîbe û xwe bona me bi pêşkêşiyek bêhnxweş û qurbanbûnek pêşkêşî Xwedê kiribe, hûn jî bi vî awayî di rêya evînê de bimeşin.
3
Lê belê bila tu carî di nava we de zîna û tu qirêjî an jî çavbirçîtî bi bîr ve jî neyê; ev ne li gor pîrozan e.
4
Bila di nava we de bêterbiyetî û axaftinê bi ehmeqî, an jî qerfên erzan, yên ku ne liyaq in, nîn be; lê belê hîn zêde şikir bikin.
5
Divê hûn bi biryarî bi vêya bizanibin ku, mêrasa tu kesê fahş, an jî yê mindar, an jî yê çavbirçî ku tê mana pûtperestiyê di Serweriya Mesîh û Xwedê de nîne.
6
Bila tu kes we bi gotinên vala ve nexapîne! Ji ber ku xezeba Xwedê ji ber vana tê ser lawên bêîtaetker.
7
Bo vê sedemê nebin şirîkê wan!
8
Ji ber ku demekê hûn tarî bûn, lê belê niha, hûn di Xudan de ronahî ne. Bi zarokbûna ronahiyê ve bijîn!
9
Ji ber ku mêwa ronahiyê di her tewr qencî, duristî û rastiyê de ye.
10
Bona hînbûna ka çi Xudan xoşnûd bike, bişuxulin
11
û nebin hevparên karên tariyê yên bêmêw; lê belê hîn zêde wan eşkere bikin;
12
ji ber ku qala tiştên ji aliyê wan ve dizîka dibin jî şerm e.
13
Lê belê her tiştê ku eşkere dibe, ji aliyê ronahiyê ve xuya dibe; ji ber ku her tiştê xuya dibe ronahî ye.
14
Bo vê yekê dibêje: Hişyar be, ya kesê di xewê de ye! Ji mirinê ve biveje! Dê Mesîh te ronahî bike!
15
Wê demê ka hûn çawa dijîn, gellek balkêş bin; ne mîna kesên ku bê zaniyarî ne, lê belê mîna kesên zaniyar bijîn;
16
fersendê bikirin; ji ber, rojên ku em tê de dijîn xerab in.
17
Bo vê yekê bêaqil nebin, lê belê ka xwestina Xudan çî ye lê hîn bibin!
18
Û bi xemrê ve serxweş nebin, di wê de kancitî heye; lê belê bi Ruh ve tijî bibin;
19
ji hev û din re Zebûran, qesîdeyan û murxên ruhanî bibêjin û di dilê xwe de ji Xudan re murxan û Zebûran bixwînin;
20
bêsekin, bo her tiştî bi navê Xudanê me Îsa Mesîh ji Bavo Xweda re şikir bikin;
21
di tirsa Xwedê de bengî hev û din bibin!
22
Ya pîrekno; mîna ku hûn bengî Xudan dibin; bengî mêrên xwe bibin.
23
Ji ber ku çawa xelaskerê bedenê Mesîh serokê Dêrê ye, mêr jî serokê pîrekê ye.
24
Lê belê mîna ku Dêr bengî Mesîh bûye, bila pîrek jî bi vî awayî di her rewşê de bengî zilamên xwe bibin.
25
Ya zilamno, Mesîh çawa ku ji Dêrê hez kir û di oxra wê de xwe feda kir, hûn jî ûsa ji pîrekên xwe hez bikin;
26
bona wê bi şuştina avê û bi paqij kirina gotinê ve pîroz deyne, xwe feda kir;
27
ûsa ku, Dêrê bila li ser wê leke, qermiçandin, an jî bêyî tiştekî mîna vana bi rewşekî rewnaqî bi pîrozî û bêqisûrî pêşkêşî xwe bike.
28
Mîna vêya, zilam jî deyndar in ku mîna bedena xwe ji pîrekên xwe hez bikin. Kî ku ji jina xwe hez bike, ji xwe hez dike;
29
ji ber ku qet kesî, tu carî ji bedena xwe ve nekiribiye; lê wê xwedî dike û dihêvişîne, eynî mîna ku Mesîh Dêrê xwedî dike û dihêvişîne.
30
Ji ber ku em, endamên bedena wî, ji goştê wî û ji hestiyê wî ne.
31
Bona vêya dê zilam dayik û bavê xwe berde û xwe bi pîreka xwe ve girê bide û dê her du bibin bedenek.
32
Ev rêz mezin e; lê belê ez vêya di derheqê Mesîh û Dêrê de dibêjim.
33
Tevî vêya, bila her yekî ji we jî, bi vî awayî mîna xwe ji pîreka xwe hez bike û bila pîrek hurmetê ji zilamê xwe re bike!
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 6 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6