bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Ephesians 3
Ephesians 3
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 4 →
1
Ji ber vê yekê ez, Pawlosê ku di oxra we netewan de girtiyê Mesîh Îsa,
2
di derbarê wezîfeya xêra Xwedê ya ku bona we ji min re hatiye dayîn de, wekî ku berê hinekî ji we re nivîsandibûm,
3
ger hûn ya ku raz li gor peyxamê têgihandiye min bihîstibin,
4
dema hûn vêya bixwînin, hûn dikarin bi vêya, di raza Mesîh de têgehîştina min fam bikin;
5
mîna ku niha bi Ruh ve ji şagirtên wî yên pîroz û ji peyxamberên wî re hatiye kişif kirin;
6
raza ku neteweyan bi navgîniya yên mêrasker in û endamên pevra yên bedenê û Încîlê ve, di Mesîh Îsa de şirîkê wê ne, di nifşeyên din de ji zarokên mirov re nehat daxuyanî kirin.
7
Li gor diyariya xêra Xwedê ya li gor çalakiya qudreta wî ji min re hatiye dayîn, ez bûm xizmetkarê vê Mizgîniyê.
8
Bona dewlemendiya Mesîh ya ku nayê kişif kirin ji netewan re mizgînî kirinê
9
û rêka rêza ku ji destpêkê ve, di Xwedayê ku her tiştî afirandiye de veşartiye nîşanî hemû mirovan bide, ev xêr, ji min, ji yê ku herî bêrumetê hemû pîrozan e re hate dayîn;
10
da ku, bila zaniyariya Xwedê ya pirralî niha li gor teqdîra bêpêşî ya ku di Xudanê me Mesîh Îsa de kiriye,
11
bi navgîniya Dêrê li cîhên ezmanî ji hikumraniyan re û qudretan re bê têgihandin;
12
bi navgîniya baweriya ku ji wî re ye, bi ewlekariyê di wî de dilawêriya me û têketina me heye.
13
Bo vêya ez rica dikim ku, hûn li berya keserên ku ez di oxra we de dikişînim newêrek nebin; ew bilindahiya we ne.
14
Bo vê sedemê, ez li berya Bavê ku hemû malbatên li ezman û li rûyê erdê navê xwe ji wî stendine çong dişkînim,
15
da ku, li gor dewlemendiya mezintiya xwe di zilamê ji dil de, bi navgîniya Ruhê xwe bi qudretê xwurtbûnê,
16
bi navgîniya baweriyê rûniştina Mesîh ya di dilê we de rûnê bide we;
17
da ku, bona hûn bi hemû tijîbûna Xwedê ve tijî bibin, wekî di hezkirinê de bireh û bi bingehbûnê ve;
18
bi hemû pîrozan re, di vêya de, fêhm kirina berfirehî, dirêjî û bilindî û kûranî, ka çî ye
19
û bi zanîna ku, hezkirina Mesîh ya ji zanînê ve gellekî seretatir e hûn şiyandar bibin.
20
Bila li gor qudreta ku di me de çalak e, ji yê ku dikare ji xwesteka me an jî ji ya ku em fikirîne hê jî zêdetir bike re,
21
di Dêrê de û di Mesîh Îsa de heta hemûya nifşan, ji abadînê abadînan ve mezinahî be! Amîn.
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 4 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6