bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Ephesians 4
Ephesians 4
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 5 →
1
Niha bo vê sedemê ez, yê di Xudan de girtiye, ji we bona li gor banga ku we girtiye bijîn rica dikim;
2
bi hemû dilnizmî û xûnermiyê ve, bi tehemûl, di hezkirinê de ji hev û din re bisebir bin;
3
xîret bikin ku hûn yekîtiya Ruh bi rêya dilxweşiyê ve biparêzin.
4
Mîna ku hûn bi hêviyek ji bang kirina we ve hatine bang kirin, beden yek û Ruh yek;
5
Xudan yek, bawerî yek, vaftîz yek,
6
Bav û Xwedayê li ser hemûyan û yê bi her tiştî û yê di we hemûyan de ye, yek e.
7
Lê belê xêr, ji me her yekî re, bi pîvana Mesîh ve hat bexşandin.
8
Bona vêya dibêje: Derket bilindahiyan û bindestan li pey xwe birin û xelatan da mirovan.
9
Niha ev gotina derket, ger ne gotina ew pêşiyê daket jêran, rûyê erdê nîn be, dê çi be?
10
Yê ku daketiye jêr û bona her tiştî dagire, ji hemû ezmanan ve gellekî derketiye bilindahiyê eynî kes e.
11
Wî bi xwe hinekan mîna şandî, hinekan peyxamber, hinekan mizgînkar, hinekan serek û mamoste bin, tayîn kirin;
12
da ku, bila pîrozan bona wezîfeya xizmetê bikin û bona geş kirina bedena Mesîh bên xemilandin;
13
heta ku em hemû di baweriyê de û di naskirina Lawê Xwedê de bigihêjin yekîtiyê, rayedariyê û em ê di tijîbûna Mesîh de bigihêjin mirovê kamiliyê;
14
da ku, êdî bi xapînokbûna mirovan, bi hunera wanî ava kirina dafikên xapandinê ve, em nebin zarokên bi bayê her hînkirê ve li vira û li wira diherikin;
15
lê belê em di hezkirinê de bi rasteqînî bikin û di hemû tiştan de berbi wî ve mezin bibin, ku, serî ew e, Mesîh e.
16
Di serokantiya wî de hemû beden, bi alîkariya her movikê ve bi kelandin û bi zexmbûnê ve bi şuxula birêza her endamê xwe ve mezin dibe û di hezkirinê de pêş ve diçe.
17
Niha, ez vêya dibêjim û di Xudan de şahdeyiyê dikim; êdî mîna jiyana neteweyên din, li gor ramanên vala ve nejîn;
18
hişê wan kor bûye; ji berya nezaniya hundirê wan û bêhêsbûna dilê wan ve ji jiyana Xwedê re biyan mane.
19
Wan bi winda kirina hemû hêsên xwe, bona bi çavbirçîtî ve hemû pîsitiyan bikin xwe dane kêfdariyê.
20
Lê belê hûn bi vî awayî hînî Mesîh nebûn.
21
Ger, mîna ku rastî di Îsa de ye we wê bihîstibin û di wî de hûn hatibin fêr kirin;
22
li gor vêya afirandina kevnare ya bi azweriyên xapînokî aidê jiyana we yî berê ve xera bûye ji ser xwe bavêjin
23
û bi ruhê fikirandina xwe ve nû bibin
24
û di duristiya rastî û pîroziyê de mirovê nû yê li gor Xwedê hatiye afirandin li xwe bikin.
25
Bona vêya derewê berdin; bila her yekî we bi cîranê xwe ve rastiyê biaxife; ji ber ku em endamê hev û din in.
26
Hêrs bibin û gunehan mekin; bila roj ji ser hêrsa we ve neçe ava!
27
Fersendê nedin Îblîs jî!
28
Yê diziyê kiriye, bila êdî diziyê meke; lê belê hîn zêde bila bi destê xwe yê qenc bike û bixebite; bi vî awayî bila tiştekî wî hebe ku bi yê motaj re par bike.
29
Bila qet gotina xerab ji devê we dernekeve; lê belê bona kesê ku bibîhzin jê qencîtiyê bigirin, li gor hewcê tiştên ku yên kesên din pêş ve bibe bibêjin.
30
Rûhê Pîroz yê Xwedê bi keserê ve mexin! Bona roja xelasiyê, hûn bi wî ve hatin mor kirin!
31
Bila bi her nêta xerab re, hêrsa bi her avayî, gir û xeyidandin, qêrîn, xeberdan û îftira dûrî we bibe!
32
Ji hev û din re dilxweş û bişewqat bibin û mîna ku Xwedê we di Mesîh de bexşandiye, hûn jî hev û din bibexşînin.
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 5 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6