bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Ephesians 6
Ephesians 6
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 5
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
1
Ya zarokno, di Xudan de ji dayik û bavên xwe re îtaet bikin; ji ber ku ev rast e.
2
Hurmetê ji bav û dayika xwe re bike, (emrê yekemîn yê bi wadê re ye, ev e);
3
da ku: Bila ji te re bibe qencî û tu li dinê temen dirêj bibe!
4
Û ya bavikno, hêrsa zaroyên xwe hişyar mekin; lê belê wan bi perwerde û şîreta Xudan ve mezin bikin.
5
Ya dîlno, gotinên efendiyên xwe yî li gor bedenê, mîna guhdana gotina Mesîh bi birêzî û tirsê ve, bi dilê paqij ve guhdarî bikin.
6
Lê vêya mîna kesên ku bona dilxweş kirina mirovan dixwazin, bona bi çavan re xweşik xuya bike, mekin. Lê belê mîna qûlên Mesîh, xwestina Xwedê ji can ve bînin cîh.
7
Û ne mîna ji mirovan re, mîna ji Xudan re xizmet dikin, ji dil ve xizmetê bikin
8
û dixwaze bila kole, dixwaze bila azad bibe, hûn dizanin ku dê her kes bersiva her qenciya xwe ji Xudan ve bistînin.
9
Û ya efendîno, hûn jî mîna vêya bi dîlên xwe re eynî tiştî bikin û tehdîtê li wan nekin; hûn dizanin ku Xudanê we û wan li ezman e û ew di nava mirovan de cihêtiyê nake.
10
Welhasil, di Xudan de û di quweta qudreta wî de bihêz bibin.
11
Bona ku hûn bikaribin li dijî hîleyên Îblîs bisekinin, hemû çekên Xwedê hilgirin.
12
Ji ber ku şerê me ne li dijî xwînê û goşt e, lê li dijî rêvebiriyan, li dijî serweriyan, li dijî hêzên vê dinya tarî, li dijî artêşên xerabiyê yên ruhî, yên li cîhên ezmanî ne.
13
Ji ber vêya, bona berxwedana roja xerab û bona ku li pey çêkirina her tiştên hewce li cîhê xwe bisekinin, hemû çekên Xwedê hilgirin.
14
Bi vî awayî, wekî ku pişta xwe bi rasteqîniyê şidandî û zirxê dadiyê li xwe kiribe
15
û bi amadekariya Mizgîniya xweşiyê wekî li lingên xwe pêkiribin, li cîhê xwe bisekinin.
16
Tevî vana hemûyan, mertala xwe yî baweriyê ya hemû tîrên şerkar bi agir ditefîne jî rahêlin destê xwe.
17
Û mîxfera xelasiyê û gotina Xwedê ya ku şûrê Ruh e, hilgirin;
18
bi dua û li ber gerîna bi her awayî, her tim di Ruh de dua bikin û ji bo vê yekê, bi bergerandina bona hemû pîrozan, bi bexşandinek bêkêmasî hişyar bimînin.
19
Û bona ku ez raza Mizgîniya ku di oxra wê de, di zincîrê de niwêneriyê dikim; bi dilawêrî daxuyanî bikim, bila di vebûna devê min de gotin ji min re bête bexşandin;
20
da ku, mîna ji min re hewce dike, ez bona gotinê di wê de bi cesaret bim, ji bo min jî dua bikin!
21
Lê belê bona ku hûn bizanibin ez çawa me, çi dikim, dê birayê me yî bi rêz û xizmetkarê Xudan yê ewle Tîhîkûs her tiştî agahî we bike.
22
A vay, min wî bona vî tiştî ji we re şand; da ku, hûn tiştê di derheqê me de ne bizanibin û ew xemrewîniyê li dilê we bike.
23
Bila ji Bavo Xwedê û Xudan Îsa Mesîh ve ji birayan re bi xweşî, bawerî û hezkirin be.
24
Bila xêr bi hemû kesên ku ji Xudanê me Îsa Mesîh bi hezkirinek bêdawî ve hez dikin re be! Amîn.
← Chapter 5
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
All chapters:
1
2
3
4
5
6