bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Ephesians 2
Ephesians 2
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 3 →
1
Hûn jî, ji berya sûc û gunehên xwe yî demekî tê de dijiyan, mirî bûn;
2
hûn li pey yê li çûna dinê û ruhê ku niha di lawên bêîtaet in de çalak e, yanê, li pey serwerê hikumraniya li hewayê ve diçûn;
3
demekî em hemû ûsa, di nava mirovan de bi cîh anîna xwestekên bedenê û aqil, li gor bedena xwe dijiyan û mîna yên din, bi xwezayî em jî zarokên xezebê bûn.
4
Lê belê Xwedayê dilovaniya wî zêde ye, ji ber hezkirina xwe yî mezin, ya ku wî bi wê ji me hez kiriye,
5
gava em hîn di nav sûcên xwe de mirîbûn jî, bi Mesîh re me vejand – hûn bi xêrê ve xelas bûn! –
6
û me, bi wî re vejand û di Mesîh Îsa de li cîhên semawî da rûniştandin;
7
vêya, bi qenciya ku di Mesîh Îsa de xuyayî me kir, bona bêdawîbûna dewlemendiya xêra xwe di demên werin de pêşkêş bike kir.
8
Ji ber ku hûn bi rêya baweriyê, bi xêrê ve xelas bûn û ev ne ji we, xelata Xwedê ye.
9
Bona ku kes pesnê xwe venede, ne ji dawiya karan e.
10
Ji ber, bona ku em di karên qenc, yên ku Xwedê wan ji berê ve amade kiriye de bimeşin, em bona vana di Mesîh Îsa de avabûyî, berhemên wî ne.
11
Bona vêya bînin bîra xwe ku, hûn, demekê yên ji neteweyên din ve bûyîne, yên ji aliyê kesên di bedenê de suneta bi dest ve hatiye kirin û bi navê bisunetî tên bîranîn, ên ji we re dibêjin bêsunet;
12
wê demê hûn, bê Mesîh, di Îsraêlê de bê niştewarî û xerîbê peymanên di derheqê wadê de û li dinê bêhêvî û bê Xwedê bûn.
13
Lê belê demekê hûn yên dûr mabûn, niha di Mesîh Îsa de, bi saya xwîna Mesîh ve nêzîk bûn.
14
Ji ber yê ku her duyan kirine yek û dîwarê dabeşkirinê xera kiriye û neyariyê, di sazûmanan de zagona emiran, di bedena xwe de betal kirine, xweşiya me ew e;
15
da ku, bila bi aşitî kirinê di xwe de ji her duyan mirovekî nû biafirîne
16
û neyariyê wekî bi xaçê ve kuştibe, bi wê navditiyê her duyan di bedenekê de bi Xwedê re li hev bîne
17
û ew hat û him ji we re, yên ku li dûra ne re û him jî ji yên nêzîk re mizgîniya dilxweşiyê da;
18
ji ber ku di Ruhekî de ketina me her duyan ya hizûra Bavo bi navgîniya wî ye.
19
Li gor vêya hûn êdî ne xerîb û mêvan in, lê belê bi pîrozan re hemgel û maliyên Xwedê ne.
20
Hûn li ser bingeha ji şagirtan û peyxamberan ve, ya ku Mesîh Îsa bi xwe kevirê quncikê ye hatin ava kirin.
21
Hemû xanî, bona ku di Xudan de bibe peretsgehekî pîroz, di wî de dizexme û bilind dibe;
22
hûn jî tevî hev di Ruh de, bona ku bibin xaniyê Xwedê, di wî de tên ava kirin.
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 3 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6