bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Galatians 1
Galatians 1
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 2 →
1
Ne ji mirovan, ne jî bi navgîniya mirovan, lê bi navgîniya Îsa Mesîh û Bav Xwedê, yê ku wî ji miriyan vejandiye, bi şagirtî hatiye tayîn kirin, ji min Pawlos
2
û ji hemû birayan, yên ku bi min re ne, ji Dêrên ku li Galatiyêne re:
3
Bila ji Bavê me Xwedê û ji Xudanê me Îsa Mesîh, yê ku li gor viyana Bavê me û Xwedayê me, bona me ji dema nihayî xerab xelas bike,
4
xwe bona gunehên me daye, xêr û xweşî ji we re be;
5
bila heta bêdawiyan ji Xwedê re bilindahî be! Amîn.
6
Ez ecêb dimînim ku hûn, yê ku bi xêra Mesîh bangî we kiriye berdidin û ewqas bi lezî vedigerin mizgînek din;
7
bi rastî mizgînek din tune ye; lê belê kesên dixwazin ku aqlê we tevlihev bikin û Mizgîniya Mesîh bişewşînin hene.
8
Lê belê ger em an jî milyaketekî ji ezman, çewtî Mizgîniya ku me ji we re waz kiriye mizgîniyek din ji we re waz bike, bila nalet li wî be!
9
Çawa ku me berê gotibûn, niha jî dîsa dibêjim: Ger kesek ji we re, li dijî Mizgîniya ku we qebûl kiriye mizgîniyek din waz bike, bila nalet li wî be!
10
Ji ber ku niha, ma gelo ez li riza mirovan, ya na li riza Xwedê digerim? An jî qey ez bona xoşnûd kirina mirovan dişuxulim? Ger min hîn jî xoşnûd kirina mirovan bixwesta, ez nedibûm qûlê Mesîh.
11
Birano, ez dixwazim ku hûn jî bizanin, Mizgîniya ku ji aliyê min ve hatiye waz kirin, ne li hev anîna mirovan e.
12
Ji ber ku min wê ji mirovan ve negirt û nehatim hîn kirinê; lê belê bi peyxama Îsa Mesîh ve stendim.
13
Ji ber ku we ji jiyana minî berê, ya di Cihûdîtiyê de bihîstiye; heta ku tu bibêje min zilmê li Dêra Xwedê dikir û wê dişkenand û derbas dikirim.
14
Di parêziya kevneşopên bapîrê xwe de, bi sertaybetî bi xîret û di Cihûdîtiyê de ji gellekên temendarê xwe gellekî di pêş de bûm.
15
Lê belê Xwedanê ku hîn ez di rehma dayika xwe de bûm min bijart û bi xêra xwe bangî min kir,
16
gava bona ku ez di nav netewan de wî waz bikim, razî bû ku Lawê xwe nîşanî min bide, ez hema bi xwînê û goşt re neşêwirîm
17
û neçûm Orşelîmê, cem yên berî min şagirtiyê dikirin jî; lê belê çûm Erebîstanê û dawiyê dîsa vegeriyam Şamê.
18
Sê sal li pey vêya, bona ku bi hev re nasîna Kîfas çûm Orşelîmê û panzdeh roj li cem wî mam.
19
Lê belê min kesî ji şagirtên din nedît; tenê birayê Xudan, Aqûp dîtim.
20
Û di tiştên ku ji we re dinivîsim de, a vay, ez li ber Xwedê derew nabêjim.
21
Pişt re ez hatim herêmên Sûrî û Kîlîkyayê.
22
Û Dêrên Cihûstanê yên di Mesîh de ne, min bi xwe nas nedikirin.
23
Û tenê vêya bihîstibûn: Zilamê ku demekî zilmê li me dikir, baweriya berê dixwast ku xera bike, niha waz dike!
24
Û bi vî awayî, ji bo min Xwedê bilind dikirin.
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 2 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6