bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Galatians 3
Galatians 3
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 4 →
1
Ya Galatiyên bêaqil! Ma kî sêhrê li we kir, li yên ku rastiyê guhdarî nakin, li yên ku di naw wan de bi xaç kirina Îsa Mesîh li ber çavên we hatiye pêşdarî kirin, kiriye?
2
Ez tenê dixwazim ji we hînî vêya bibim: Gelo we Ruh bi karên zagonê, ya na bi agahiya baweriyê ve girtin?
3
Ma hûn ewqas bêaqil in? Ma qey li pey bi Ruh ve destpêkirinê, niha jî hûn dixwazin bi bedenê ve biqedînin?
4
Ma li cîhê vala we ewqas keser kişandin? Bi rastî jî ji valahiyê re bû?
5
Niha yê ku Ruh bexşî we kiriye û di nav we de karên biqudret kiriye, gelo vêya bi karên zagonê, an jî bi agahiya baweriyê ve kiriye?
6
Çawa ku Birahîm bi Xwedê bawerî anî û jê re pakbûn hate hesibandin.
7
Wê demê vêya bizanibin ku, zarokên Birahîm, yên ku baweriyê anîne ne.
8
Û Nivîsa Pîroz, ji berê ve dît ku dê Xwedê neteweyên din, li gor baweriya wan salih bihesibîne û mizgîniya: Dê hemû netewe di te de pîroz bibin, ji berê ve da Birahîm.
9
Bi vî awayî yê bawerî anîne, dê bi Birahîmê ku bawer kiriye re bêne pîroz kirin.
10
Ji ber, hemûyên ku ji karên zagonê ve ne, di binya naletê de ne. Ji ber ku hatiye nivîsandin: Her mirovê bona ku hemû tiştên di pirtûka zagonê de hatiye nivîsandin bîne cîh, di wan de namîne bi nalet e.
11
Eşkere ye ku, tu kes di qatê Xwedê de bi zagonê ve salih nayê hesibandin; ji ber ku: Dê yê salih bi baweriyê ve bijî.
12
Û zagon ne ji baweriyê ye; lê belê: Yên ku wana bikin, dê bi wana ve bijîn.
13
Bona pîrozkirina ku ji Birahîm re hatiye dayîn, bi navgîniya Mesîh Îsa ve ji neteweyên din re jî bê dayîn û em bi navgîniya baweriyê ve Ruhê ku hatiye wad kirin bigirin,
14
Mesîh di oxra me de hate nalet kirin û me ji naleta zagonê ve xelas kir; ji ber ku hatiye nivîsandin: Heçî kesên ku li ser darê ve daliqîne binalet in.
15
Birano, ez li gor mirovan dibêjim: Di nava mirovan de çêbibe jî, ger peymanek hatibe tesdîq kirinê, kes nikare vêya betal bihesibîne û nikare tiştekî tevî vêya bike.
16
Lê belê niha, wad ji Birahîm re û ji nîjada wî re hatine dayîn. Û mîna ku ji bo gellek kesî re be: Û ji nîjadan re nîne; lê belê wekî ku bona yek kesî be: Û ji nîjada te re, dibêje ku, ev jî Mesîh e.
17
Lê belê ez vêya dibêjim: Zagona ku çar sed sal ji pişt re hate; nikare peymana ku Xwedê ji berê ve tesdîq kiriye betal bike, nikare wadê ji navendê ve rake.
18
Ji ber ku ger mêras ji zagonê ve be, êdî ne ji wadê ye; lê belê Xwedê wê bi wadê ve ji Birahîm re bexşandiye.
19
Wê çaxê zagon ji bo çi ava bû? Heta ku nîjada ji wî re hatiye wad kirin were, wekî bi navgîniya milyaketan, bi destê navberek hatibe rêz kirin be; ji ber sûcan hate tevlêkirin.
20
Û navber ne yê yekî ye; lê belê Xwedê yek e.
21
Niha, qey zagon dijraberê wadên Xwedê ye? Haşa! Ji ber, ger zagonekî bikara ku bivejîne bida dayîn, bi rastî dê mirovan bi zagonê ve bihatina pak kirin.
22
Lê belê bona ku wad ji yên ku baweriya xwe bi baweriya ji Îsa Mesîh re anîne bête dayîn, Nivîsa Pîroz hemû tiştan di bin gunehê de girt.
23
Lê belê berî ku bawerî bê, em bona baweriya ku dê bête kişif kirin, wekî girtî bin, di bin zagonê de dihatin parastin.
24
Wusa ku, bona em bi baweriyê ve salih bêne hesibandin, zagon bona Mesîh, bû perwerdekarê me.
25
Lê belê ji bo ku bawerî hatiye, em êdî ne di bin perwerdekar de ne.
26
Ji ber ku hûn hemû bi navgîniya baweriyê ve di Mesîh Îsa de lawên Xwedê ne.
27
Ji ber ku hûn hemû, yên ku di Mesîh de vaftîz bûne, we Mesîh li xwe kirine.
28
Ne Cihûd, ne jî Grek heye, ne qûl, ne jî azad heye, ne jî mêr û jin heye; ji ber ku di Mesîh Îsa de hûn hemû yek in.
29
Û ger hûn yên Mesîh bin, wê demê hûn ji nîjada Birahîm in, li gor wadê mêrasgerê wî ne.
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 4 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6