bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Galatians 4
Galatians 4
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 5 →
1
Lê belê ez dibêjim: Ger mêrasger xwediyê her tiştî jî be, heta ku zarok be, ji dîlekî ne bi ferq e;
2
lê belê heta dema ku Bavê wî bijartiye, di bin çavnêriya wasî û wekîlan de ye.
3
Mîna vêya, em jî dema zarok bûn, dîlê di binya ragezê serekînê dinê de dijîn bûn;
4
lê belê wexta dem tijî bû, bona ku yên di bin zagonê de xelas bike,
5
Xwedê, Lawê xwe yê ku ji pîrekê ve bûyiye, yê ku di bin zagonê de bûyiye şand; da ku, em mafê lawitiyê bigirin.
6
Bona ku hûn law in, Xwedê Ruhê Lawê xwe yê bi gotina: Abba, Bavo! bang dike şand dilên we.
7
Bo vê sedemê êdî hûn ne dîl in, lê law in û ger ku hûn law in, him jî bi navgîniya Mesîh ve mêraskerê Xwedê ne.
8
Lê belê wê demê we bi Xwedê nizanîbûn û bi xwezayî ji yên ku ne îlah in re qûlitiyê kirin;
9
lê belê niha jî piştî ku we Xwedê nas kirin, ya rastî, hûn ji aliyê Xwedê ve hatin nas kirin; çawa dibe ku hûn dîsa vedigerin van ragezên bêbandûr û bêrûmet û dixwazin dîsa ji vana re bibin dîl?
10
Hûn bi rojan û mehan û demsalan û salan digirin!
11
Bona ku, ez ji bo we bi awayekî vala nexebitîbim, ez ji bo we ditirsim.
12
Birano, li ber we digerim, bibin mîna min; ji ber ku ez jî bûm mîna we! We tu neheqiyê li min nekirin;
13
lê belê hûn dizanin ku, min Mizgîniyê cara pêşîn di lawaziya bedenî de ji we re waz kir
14
û rewşa bedena min bona we ceribandinek bû û we min biçûk nedîtin û red nekirin; lê belê we min mîna milyaketekî Xwedê, mîna Mesîh Îsa, qebûl kirin.
15
Ma niha ji wê dilxweşiya we re çi bû? Ji ber ku ez bona we şahdeyiyê dikim ku, ger ji destê we bihata, we yê çavên xwe bikolana û bidana min.
16
Nexwe, qey bona ku min gotina rast ji we re got, ez bûm neyarê we?
17
Ew di derheqê we de xîretê dikin, ne bi nêta qenc; lê belê bona ku hûn ji bo wan xîretê bikin, dixwazin we li derve bihêlin.
18
Lê belê ne tenê ger dema ez li cem we bim, her tim bixîret bûn qenc e.
19
Zarokên min; heta ku Mesîh di we de tişê bigire, dîsa bona we jana welidandinê dikişînim;
20
lê belê min dixwest ku ez niha li cem we bim û awaza dengê xwe biguherînim; ji ber ku ez di derheqê we de dudilî me!
21
Ya hûn, yên dixwazin ku di bin zagonê de bin, ji min re bibêjin: Ma qey hûn zagonê nabihîzin?
22
Ji ber ku bi gotina du lawên Birahîm hebûn, yek ji cariyê û yek ji pîreka azad, hatiye nivîsandin.
23
Lê belê yê ku ji cariyê bûye li gor bedenê û yê ku ji pîreka azad ve bûye, li gor wadê welidiye.
24
Li vir wekhev kirinek heye; ji ber ku ev pîrekana nîşana du peymanê ne; yek ji Çiyayê Sînayê ye, dê zarokên bibe dîl bibin; ew Hacirê ye.
25
Û Hacirê, Çiyayê Sînayê li Erebîstanê nîşan dide û beramberê Orşelîma niha ye; ji ber ku bi zarokên xwe re dîlitiyê dike.
26
Lê belê Orşelîma ezmanî azad e, dayîka me ew e.
27
Ji ber ku hatiye nivîsandin: Ya stewra ku nawelidîne, şa bibe! Hê ya ku bi jana zayînê nizane, bi şabûnê biqêre! Ji ber, zarokên pîreka ku hatiye berdan, ji zarokên ya bi mêr zêdetir in.
28
Û em, birano, mîna Îshaq zarokên wadê ne.
29
Lê belê yê ji rêya taybetî ve bûye, çawa ku wê demê li yê li gor Ruh ve bûye zilmê dikir, niha jî ûsa dibe.
30
Lê belê Nivîsa Pîroz dibêje çi? Pîreka dîl û lawê wê bavêje derve! Ji ber ku lawê pîreka dîl, dê bi lawê pîreka azad ve mêrasê negire.
31
Bo vê yekê, ya birano, em ne zarokên cariyê, lê belê zarokên pîreka azad in.
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 5 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6