bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Galatians 6
Galatians 6
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 5
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
1
Birano, ger kesek dema sûckirinê bê girtin, hûn yên ruhanî, kesê ûsa bi ruhekî nerm bînin rê û bona ku tu jî neyê xapandin, li xwe miqate bibe!
2
Barên hev û din bikişînin û bi vî awayî hûn ê zagona Mesîh bînin cîh!
3
Ji ber ku dema kesek ne tiştek be û xwe bi tiştekî bihesibîne, dibe ku xwe dixapîne.
4
Lê belê bila her kes karê xwe biceribîne û wê demê dikare ne bi kirinên kesên din, lê tenê bi kirinên xwe pesna xwe vede.
5
Ji ber ku dê her kes barê xwe bikişîne.
6
Lê belê yê ku di kelamê de hatiye fêrkirin, bila di hemû tiştan de parê bide fêrmend!
7
Nexapin; Xwedê nayê qerf kirinê! Ji ber ku mirov çi biçîne, dê wê jî bidirûnîne.
8
Ji ber ku yê li bedena xwe ve biçîne, dê ji bedenê ve mirinê bidirûnîne; lê belê yê li Ruh ve biçîne, dê jiyana bêdawî ji Ruh ve bidirûnîne.
9
Lê belê em ji qencîkirinê ve eciz nebin; ji ber ku ger em sist nebin, em ê di demsala wê de bidirûnînin.
10
Bo vê yekê hîn ku fersenda me heye, ji her kesî re, bi taybetî jî ji endamên malbata baweriyê re qenciyê bikin.
11
Binihêrin, ji we re ez bi destê xwe, bi çi tîpên mezin dinivîsînim!
12
Yên di bedenê de girîngiyê didin şaniyê, sirf bona ku li oxira xaça Mesîh zilmê nebînin, zorê didin we ku hûn sunet bibin.
13
Ji ber ku heta yên bisunet jî zagonê naynin cîh; lê belê bona ku bi bedenên we ve pesnê xwe vedin, dixwazin hûn sunet bibin.
14
Dema em bên min, ez xeynî xaça Xudanê me Îsa Mesîh, bi tu tiştê din ve pesnê xwe venadim; bi navgîniya xaça wî, dinya bo min mirî ye û ez jî bona dinê.
15
Ji ber ku di Mesîh Îsa de qet girîngiya bisunetbûn, an jî bêsunetbûnê tune ye, ya girîng afirandina nû ye.
16
Bila ji hemû kesên mîna vê qaîdê dikin û ji Îsraêla Xwedê re dilxweşî û dilovanî bibe!
17
Ji niha pê ve bila tu kes zehmetê nede min; ji ber ku ez, nîşanê birînên Îsa di bedena xwe de dikişînim.
18
Birano, bila xêra Xudanê me Îsa Mesîh bi ruhê we re be! Amîn.
← Chapter 5
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
All chapters:
1
2
3
4
5
6