bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Galatians 2
Galatians 2
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 3 →
1
Çardeh sal pişt re, min Tîtûs jî girt cem xwe û tevî Barnabas ez dîsa çûm Orşelîmê.
2
Û ez li gor peyxamê derketim û bona ku ez bi avayekî di valahiyê de baznedim, an jî nebe ku bazdabım, ji wan re, lê belê tenê bona yên birêz, Mizgîniya ku di nava neteweyan de waz dikim, pêşkêşî wan kirim.
3
Lê belê heta Tîtûsê bi min re bû jî, li berya Grekbûna wî, bona sunetbûnê zorê nedanê.
4
Çi heye ku, hinek birayên sexte hebûn ku bona bi dizîka hînî azadiya ku em di Îsa Mesîh de xwediyê wê ne, bibin û me dîl bixînin bi dizîka ketibûn nava me.
5
Bona ku rastiya Mizgîniyê her tim bi we re bimîne, saetekî jî me histu ji wan re xwar nekir û me xwe neda destê wan.
6
Lê belê yên pêş dihatin – çibûna wanî berê, li gor min ne girîng e, Xwedê di nava mirovan de cihêtiyê nake – ev kesên pêşî tên, tu tiştekî ji min re nedan hînkirin.
7
Lê li dijberiya vêya, çawa ku karê têgihandina Mizgîniyê ya ji bisunetiyan re dane Pêtrûs, dîtin ku têgihandina bêsunetan jî ji min re hatiye dayînê.
8
Ji ber ku yê bona ji bisunetiyan re şagirtiyê bike, di Pêtrûs de çalak e, bona ji neteweyên din re şagirtiyê bikim di min de jî çalak bû
9
û yên ku sitûn dihatin hesibandin, Aqûp, Kîfas û Yûhena, dema bi xêra ji min re hatiye bexşandin hesiyan, bona me çûyîna neteweyên din, bona xwe jî çûna Cihûdan li cîh dîtin; bi nîşana pevrebûna me destê xwe yî rastê dirêjî min û Barnabas kirin.
10
Lê bîranîna xizanan jî ji me xwestin û min jî xîret kir ku vêya bi tûmî bînim cîh.
11
Lê belê dema Kîfas hate Antaqyayê, ji ber ku biqebehet bû, min bi eşkeretî dijraberiya wî kir.
12
Ji ber, berî ku hinek mirov ji cem Aqûp bên, wî bi kesên ji neteweyên din ve xwarin dixwar; lê belê dema ew hatin, ji yên bisunetê ve tirsiya û ji cem bêsunetan ve vekişî.
13
Û Cihûdên din jî mîna wî durûyî kirin; ûsa ku, Barnabas jî bi durûyiya wan ve ket.
14
Lê belê dema min dît ku li gor rastiya Mizgîniyê ve nakin, li pêşiya hemûyan min ji Kîfas re got: Tu bi Cihûdbûna xwe, ne mîna Cihûdan, mîna neteweyên din dijî; çawa dibe, tu zorê didî mirovên din ku bona bibin Cihûd?
15
Ne gunehkarên neteweyên din, em, yên ku bi bûyînê ve Cihûd in;
16
bona ku em dizanin mirov, ne bi karên zagonê, lê bi baweriya ji Mesîh Îsa ve dike salih tête hesibandin; me jî bawerî bi Îsa Mesîh anîn; da ku, ne bi karên zagonê, bona ku em di baweriya Mesîh de salih bên hesibandin; ji ber ku tu kes ji karên zagonê ve salih neyên hesibandin.
17
Lê belê ger dema em di Mesîh de salih hatibin hesibandinê digerin, em bi xwe bi guneh derkevin, di wê rewşê de ma qey Mesîh xizmetkarê guneh e? Haşa!
18
Ji ber ku ger bona ava kirina tiştên ku xera kirime bixebitim, ez ê zagon xera kirina xwe di bîr de bînim.
19
Ji ber, bona ku ez ji bo Xwedê bijîm, bi navgîniya zagonê, li berya zagonê mirim.
20
Ez tevî Mesîh hatim xaç kirin û êdî ez najîm, lê belê Mesîh di min de dijî û niha jiyana ku di bedenê de dijîm, bi baweriya ku ji Lawê Xwedê, yê ji min hez dike û di oxra min de xwe radest kiriye ve dijîm.
21
Ez xêra Xwedê bê derbasî nahêlim; ji ber ku ger pakbûn bi navgîniya zagonê ve bihata qezenc kirin, wê demê Mesîh berhewa miriye.
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 3 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6