bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Galatians 5
Galatians 5
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 6 →
1
Mesîh bona azadiyê me azad kir; niha di azadiyê de pêdandî bimînin û carekî din bi nîrê qûlitiyê ve neyên girtin!
2
A vay, ez Pawlos, ji we re dibêjim: Ger hûn sunet bibin, tu bikêr hatina Mesîh ji we re nabe.
3
Ez her zilamê ku sunet dibe, carek din îkaz dikim: Mecbûr e ku hemû zagonê bîne cîh.
4
Ya hûn, yên ku dixwazin di zagonê de bêne salih kirin, hûn ji Mesîh ve veqetiyan, ji xêrê ketin!
5
Lê belê em bi spartina Ruh û bi baweriyê li benda çêbûna hêviya ku pakbûn daye me ne.
6
Ji ber ku di Mesîh Îsa de, ne bisunetbûn, ne jî bêsunetbûn; lê baweriya ku bi hezkirinê ve çalak e; ji karekî re dibe.
7
We qenc baz didan; ma kî nehişte ku hûn ji rastiyê re îtaetkar bin?
8
Xapandina we, ne ji yê bangî we kiriye yî!
9
Hindikek havên hemûya hevîrê tirş dike.
10
Di Xudan de ez bi we ewle me ku, hûn bi tewrek din nafikirin; lê belê yê ku aqilê we tevlîhev dike, kî bibe bila bibe, dê cezê xwe bikişîne.
11
Lê belê gava em bên min, ya birano, ger min hîn sunetê biparêsta, ma ez ê heta niha bihatima fetilandin? Wê çaxê tilpekiya xaçê hatiye betal kirin!
12
Yên ku aqlê we tevlihev dikin, qet nebe bila xwe bixesînin!
13
Ji ber ku, ya birano, hûn bona azad bûnê hatin bang kirin; lê bila azadî ji bedenê re nebe fersend; lê belê bi hezkirinê xizmetê ji hev û din re bikin.
14
Ji ber ku hemû zagon di gotinekê de hatiye kurte kirin: Ji cîranê xwe mîna xwe hez bike!
15
Lê belê ger hûn dev li hev dikin û dixwin, bala xwe bidinê ku hûn ji aliyê hev û din ve neyên telef kirin!
16
Lê belê ez dibêjim: Di rêvebiriya Ruh de bijîn û wê demê hûn tu carî xwestinên bedenê naynin cîh.
17
Ji ber ku beden yê dijberê Ruh, Ruh jî yê dijberê bedenê dixwaze û bona ku hûn tiştên ku dixwazin mekin, vana dijberê hev in.
18
Lê belê ger hûn di rêvebirtiya Ruh de bin, dibe ku hûn ne di binya zagonê de bin.
19
Lê belê karên bedenê eşkere ne; ew: Zîna, pîsitî, şehwet,
20
pûtperestî, sêrbazî, neyartî, keftûleft, çavnebarî, hêrs, azweriyên ezperestî, cudabûnan, parvebûnan,
21
hesûdî, mêrkujî, serxweşî, kêfkirinên bi harî û tiştên mîna vana ne. Mîna ku min berê gotibû, di derheqê vana de ji berê ve dibêjim, yên ku tiştên ûsa bikin, dê nikaribin Serweriya Xwedê mêras bigirin.
22
Lê belê mêwa Ruh hezkirin, kêfxweşî, aştî, sebir, dilovanî, qencitî, dilsozî,
23
xûnermî û xwekontrol e; li dijî tiştên ûsa zagon nîne.
24
Û yên aidî Mesîh Îsa ne, ezitiya xweza tevî azwerî û xwestinên wê, xaçkirin e.
25
Ger em di Ruh de dijîn, di Ruh de jî bimeşin.
26
Em nebin yên ku bi valahiyê ve pesnê xwe vedidin, meydanê li hev û din dixwazin, yên çavnebariyê li hev û din dikin!
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 6 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6